Elewî bila dengê xwe bidin 

Nûçeyên Dîaspora

În 5 Gulan 2023 - 00:19

  • Serokê wekhev ê AABK´ê Huseyin Mat got, “Em bi awayekî çalak weke sazî destekê didin Partiya Çep a Kesk. Helwêsta me alîgirî demokrasî û wekheviyê ye.”

ERDOGAN ZAMUR/ZURÎCH

 

Konfederasyona Yekîtiyên Elewî ya Ewrûpayê (AABK) qederê 300 cemxaneyan dihewîne. Serokê wekhev ê AABK´ê Huseyin Mat got, “Kurd çawa tercîha rast dikin, civaka Elewî jî wê tercîha rast bike: Dengek ji Kiliçdaroglu re û dengek ji Yeşil Sol Partiyê re.”

Di nava nifûsa ji Tirkiyeyê ya li Ewrûpayê de Elewî jî cihekî mezin digirin. AAKB jî nûneriya gelekan ji van dike.  Huseyin Mat got, hilbijartina 14´ê Gulanê ya li Tirkiyeyê ji bo Elewiyan jî dîrokî ye û wiha peyivî: “Li aliyekî aştî, biratî û azadî heye li aliyê din dîktatoriya yek zilamî. Milet wê terîcha xwe bike. Gelo Tirkiye wê bi dîkatoriyê bê birêvebirin yan ew ê  demokrasiyê qebûl bike, her kes lê azad baweriya xwe û nasnameya xwe îfade bike. Hilbijartin tercîha di navbera van herduyan de ye.”

Mat komkujiyên bi destê komara Tirkiyeyê bi bîr xistin û got, “Li Koçgirî, Dêrsim, Sêwas, Çorum û Gaziyê komkujî kirin. Zexta siyasî ya li dijî Elewiyan, mizgeftên li gundên Elewiyan hatine çêkirin, qebûlnekirina cemxaneya weke îbadetxane; ev hemû neheqî ne û li elewiyan hatin kirin. Em doza mafê xwe yê welatîbûna wekhev ê di destûra bingehîn de dikin. Ev daxwazeke destûrî ye. Em mafê welatîbûna wekhev tenê ji bi Elewiyan naxwazin. Em ji bo mezlûmên li Tirkiyeyê, Ermen, Ereb, Suryanî, Êzîdî, Xirîstiyan, bawermend û yên bawer nakin, dixwazin ku em bi hev re li welatekî demokratîk, pirreng û laîk bijîn. Her dengê ku em di vê hilbijartinê de bidin wê bibe beşek ji biryara li ser rengê Tirkiyeya siberojê. Gelo neheqiyên di sedsala yekem a komara Tirkiyeyê wê dewam bikin, yan komar wê veguhere û bibe komareke pirreng a ku azadî û ewlehiya her derdorê bi destûrê misoger bike?”

 

Elewî çi dixwazin?

Mat îşaret bi pirrengî bûna civaka Elewî ya li Ewrûpayê jî kir û got, “Em saziyeke Elewî ne, em serbixwe ne. Lê serxwebûna me ne bêalîbûna me ye. Em aliyê demokrasiyê pirrengîbûnê, bihevrejiyanê, û komareke demokratîk û laîk digirin, ya ku tê de heq û hiqûqê her kesî pê parastin.” 

 

Dengek ji Yeşil Sol re dengek ji  Kılıçdaroğlu re

Huseyin Mat mesleyên Kurdistanê û Elewiyan weke meseleyên lareşîbûyî yên Tirkiyeyê bi nav kir û got, “Em doza aştiyeke bi rûmet dikin. Em dixwaqzin her kes bi her kesî re li hev bike, aş bibe. Meseleya Kurdan û a Elewiyan veguherîne rewşeke nexweşiya lareşê; ez bawer dikim, ev jî ûpirsgirêkên din hemû jî dikarin bên çareserkirin. Aliyê me aliyê demokrasiyê ye. Ji ber wê em doza serokkomarekî xwedî wicdan dikin. Partiyên çepgir, sosyalîst û gelê Kurd hatin cem hev û tifaqek çêkirin. Di hilbijartinên serokkomariyê de em ê dengê xwe bidin Kiliçdaroglu. Di hilbijartina parlamenteran de em ê destekê bidin Tifaqa Ked û Azadiyê da ku bi awayê herî xurt bikeve meclîsê. Em bi awayekî çalak weke sazî destekê didin Partiya Çep a Kesk. Helwêsta me alîgirî demokrasî û wekheviyê ye.”

 

Em dengê xwe bidin

Serokê wekhev ê AABK´yê Huseyin Mat herî dawî bang li Elewiyên li Ewrûpayê kir da ku biçin dengê xwe bidin. Wî got, teê aciz bûna ji rejîma faşîst ne bes e û lazim e Elewî biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin: “Her kesê ku ji rêvebeirya yek zilamî, nijadperest û faşîst aciz e, lazim e biçe ser sindoqan û dengê xwe bide. Naxwe, tenê li ber ekranan mirov bi Erdogan re biqehere û jê aciz bibe, bi kêra tiştekî nayê. Heger em doza guherîneke bi rastî dikin, dixwazin rêveberiya AKP-MHP´ê biçe ser sergoyê dîrokê, divê em biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.