HPG’ê nasnameya gerîlayê di dema hevdîtina bi rayedarên Iraqê de şehîd bûbû, eşkere kir. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê gerîla Egîd Xerzan bibîr anî. Xerzan di nava Fermandariya Eyaleta Xakûrkê de cih digirt.
HPG’ê nasnameya fermandarê gerîla wiha eşkere kir: Egîd Xerzan (Mûrat Kalko) yê li Qersê ji dayikbûyî, 11’ê Tebaxa 2020’an li Xakurkê şehîd bû.
HPG´ê di dewamê de got, ”Hevrê Egîd Xerzan li çiyayên Kurdistanê bi qasî temenekî têkoşiyaye û di dîroka têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê de bûye xwediyê kedeke mezin. Ew sala 1975’an li Qersê ji dayik bûye û sala 1993’yan li Xerzanê tevlî nav refên gerîlayan bûye. Hevrê Egîd pratîka xwe ya pêşîn a gerîlatiyê li Xerzanê kiriye û piştre jî 18 salan li Zagrosan gerîlatî kiriye. Piştî bi vê tecrûbeyê berê xwe daye Botanê. Di 27 salên gerîlatiyê de tevlî gelek çalakiyan bûye, gelek caran birîndar bûye lê rojekê jî ji çiyayên azadiyê dûr neketiye.
Malbata hêja ya hevrê Egîd di serî de, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê hemûyî re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku bi ruhê berxwedanê yê ku hevrê Egîd daye me, em ê têkoşîna xwe bigihînin serfiraziyê.”
BEHDÎNAN