Efxanistan careke hejiya

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 11 Cotmeh 2023 - 16:14

Li rojavayê Efxanistanê, dawiya hefteyê ya bihurî ji ber erdhejê bêhtirî 2 hezar kesî miribûn. Doh jî erdhejeke din a bi şida 6.3 pileyî çêbû.

Li gorî Servîsa Sîsmolojiyê ya DYE'yê (USGS) 11'ê Cotmehê roja Çarşemê li rojavayê Efxanistanê bi şida 6.3 pileyî erd hejiya.

Erdhej bi dema herêmî saet di 05:10 deqîqeyê sibehê de bi 29 kîlometreyan li bakurê bajarê Heratê çêbû.

Li Efxanistanê erdhej gelek caran çêdibin. Lê belê erdheja ku roja înê çêbûbû erdheja herî kujer a 25 salên dawî bû. Zêdeyî 2 hezar kesî mirin.

Hezîrana 2022’yan jî bi şida 5.9 pileyî erd hejiyabû û zêdeyî hezar kesî dîsa miribûn. Her wiha li eyaleta Paktîka ya li başûrrojhilatê welêt bi deh hezaran kes bêmal mabûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.