Arîfe Bekir, dayikek Kurd a Efrînî ye. Çîrokeke wê ya jiyanê ya dirêj û zehmet heye. Ji hêla hêzên rejîma Sûriyê ve tê girtin û gelek êşkence lê tê kirin. Sala 2018’an jî ji ber tevgera dagirker a Tirk a li ser Efrînê bêgav dimîne ku şûnwarê xwe berde. Serhatiya xwe, tişta ku li Efrînî dîtî bi pirtûka xwe ya bi navê ‘’Efrîn: Ji Bihiştê ber bi Dojehê ve’’ ku sala 2020’an nivîsî, vedibêje.
Pirtûk 116 rûpel e. Destpêkê behsa dîrok û erdnîgariya Efrînê dike, piştre serhatiya Kurdên Efrînê ya dema rejîma Baas vedibêje, di pirtûkê de her wiha beşek jê behsa wan siyasetmedar û nivîskaran dike ku ji hêla rejîmê ve hatine girtin. Nivîskar di pirtûkê de behsa girtina xwe jî dike, behsa êşkenceya ku lê hatî kirin.
Çavên wan bar nebû
Arîfe Bekir wiha behsa pirtûka xwe dike: ‘’Efrîn di dema Rêveberiya Xweser de bûbû bihişt. Min behsa van rojan jî kiriye. Her wiha min behsa berxwedêrên Efrînê kiriye ku sala 2018’ê li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê canê xwe dan. Kesên ku di êrîşên Tirk de bûne mexdûr bi wan re axivîm, min roportaj bi wan re kir û ew yek jî bandor li ser min kir.
Min xwest êşên gel binivîsim û bi her kesî bidim bihîstin. Gelê Kurd ji berê ve ji ber zilma dewleta Tirk pir êş kişand. Lê piraniya van nayê nivîsandin nayên belgekirin derbasî dîrokê nabin. Nexasim jin pir kêm dinivisin. Ez a jin, min biryar li ser da ku êşa gelê xwe bibêjim û binivisim. Bila hemû gelên cîhanê zanibin ku ji dîrokê û wir ve gelê Kurd çi dîtiye.”
Çima ne bi Kurdî?
Zimanê pirtûkê Erebî ye. Arîfe Bekir derheqa vê yekê de dibêje, ji ber desthilat nehiştine bi zimanê xwe perwerde bibîne mecbûr maye bi zimanê ku dizane ango Erebî pirtûkê binivîse. Axir ew difikire ku siberojê pirtûkê wergerîne Kurdî, Ingilîzî û zimanên din jî. ANF/QAMIŞLO