Li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê bi hezaran kes li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk meşiyan.

Bi dirûşmeya "Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê dagirkeriya Tirk têk bibin û Efrînê rizgar bikin" xelkê Efrîn û Şehbayê daketin qadan.

‘Em hemû ji bo Efrînê fedayî ne’

Şêniyan bi wêneyên şehîdan, pankartên "Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê dagirkeriya Tirk têk bibin û Efrînê rizgar bikin" û "Efrîn rûmeta me ye’’, ‘’Em hemû ji bo Efrînê fedayî ne" ji rêya sereke ya navçeya Til Rifetê dest bi meşê kirin.

Meş li çerxerêya navçeyê veguherî mîtîngê. Bi navê Meclisa Navçeya Til Rifetê Mihemed Henan axivî û anî ziman ku hemû dewletên hegemon destek da dewleta Tirk a dagirker dema da ku Efrînê dagir bike.

Henan diyar kir ku şêniyên Efrînê berxwedana xwe li kantona Şehbayê didomînin heta ku Efrîn rizgar bike û serî ji siyasetên dewletên komploger re natewînin û wiha domand: "Ji roja dagirkirina Efrînê ve dagirker sûc û binpêkirinên xwe li djiî şêniyan didomîne, komkujiyan li djiî koçberên Efrînê yên li Şehbayê pêk tînin, mînake vê yekê komkujiyên li Til Rifet, Aqîbe ya Şêrawa ye."  ŞEHBA