• “Yên ku li Şengalê xiyanetê kirin naxwazin Êzîdî vegerin warên xwe. Dixwazin Şengalê tevlîhev bikin û pîlanên nû bixin dewrê. Xetereya DAIŞ’ê ya li ser Şengalê dewam dike.”

Serokê PADÊ Emer Salih, di salvegera Fermana Şengalê de banga vegera Şengalê li Êzîdiyan kir.

 Serokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Emer Salih têkildarî salvegera fermana 73’yan û gefên li ser Şengalê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Emer Salih diyar kir ku her hêza ku li Iraqê bû desthilatdar siyaseta Şengalê li ser “nebûna perwerdehiyê, nebûna rêxistinî û hêza îradeyê” ava kir. Salih got, ji ber van polîtîkayan gelê Şengalê lawaz bûye û wiha peyivî: “Civaka Êzîdî ji aliyê hikûmetan ve di her warî de têne bikaranîn. Piştî êrîşa DAIŞ’ê li Şengalê her tişt guherî. Li Şengalê tiştek mîna berê nîne. Berxwedan û têkoşîna Şengalê bûye îrade.” 

Êzîdiyan ne ji hikûmeta navendî ya Iraqê û ne jî ji PDK’ê destek stendin. Yên ku dibêjin, ‘Em ê xwedî li Şengalê derkevin û kes nikare nêzî Şengalê bibe’ destûr da ku komkujî pêk were û ew bêyî ku yek guleyek jî biteqîne reviya. Ger ew li kêleka Êzîdiyan şer bikirina wê DAIŞ nedikarî biketa Şengalê. 

Dixwazin Şengalê vala bikin

Peymana Şengalê ya di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û rêveberiya Herêma Kurdistanê de hatiye îmzekirin, parçeyek ji vê ye ku dixwazin bi vê peymanê Şengalê dîsa tê valakirin.

Eger Şengal bê wêrankirin, Êzîditî jî wê ji holê rabe. Yên ku li Şengalê xiyanetê kirin naxwazin Êzîdî vegerin warên xwe. Dixwazin Şengalê tevlîhev bikin û pîlanên nû bixin dewrê. Xetereya DAIŞ’ê ya li ser Şengalê dewam dike.’’

 Pîlanên li ser Şengalê pûç bûn

Her wiha Emer Salih bal kişand ser girîngiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk û Asayişa Êzîdxanê ku li Şengalê hatiye damezrandin û wiha qise kir: “Hem nîzama giştî hem jî meclîs di serdemek mirin-mirinê de hat avakirin. Weke partî em jî beşdarî vê pêvajoyê bûn. Ev hemû ji bo pêşîlêgirtina fermanên nû bû. Piştî me rêxistina xwe mîsoger kir, pîlanên li ser Şengalê pûç bûn. Ger ev sazî nebûna, dê Şengal bêparastin bûya û jiyan ava nebûye. Meclîs li dijî planên qirêj rawestiya û ew pûç kir.

Ji ya sala berê çêtir e

Ger niyeta baş a PDK’ê hebûya, wê vîna siyasî ya li vir nas bikira. Em ne li dijî tu pêkhateke siyasî ne. Lê belê, em ti carî destûrê nadin ku Şengal radestî Tirkiye an hêzên din bê kirin. Dixwazin pêşî li avakirina Şengalê bigirin. Ji ber vê yekê ew vegera Êzîdiyan asteng dikin. Hemwelatiyên me yên ku di wargehên cihêreng de dimînin, divê êdî vegerin ser axa xwe ya pîroz. Heta niha ji sedî 20-30’yê Êzîdiyan vegeriyane. Jiyana li Şengalê ji ya sala 2014 çêtir e. Em ê jî hewl bidin ku Êzîdî vegerin ser axa xwe ya pîroz.” 

 NAVENDA NÛÇEYAN

 

360 hezar Ezîdî koçber bûn

Hevseroka berê ya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Rihan Heco qala qirkirin û gorên komî yên Şengalê ji ANF’ê re kir. 

Rihan Heco got: “Nêzî 7 hezar jin û zarok ketin destê DAÎŞ’ê. Ji xwe gorên komî hemû nehatine vekirin, niha ne mimkûne li ser vê mijarê hejmarek zelal bê dayîn. Lê li gorî daneyên destê Neteweyên Yekbûyî, 3 hezar û 500 jin ketine destê DAÎŞ’ê, her wiha 360 hezar jî koçber bûne. Ji van nêzî 100 hezar vegeriyane Şengalê. Hê jî gelek gorên komî hene cihên wan diyar nînin. Rojên borî gorên komî yên nû hatin dîtin. Bi vekirina goran re wê bê nîşandan bê ka qirkirinek çawa hatiye kirin.

Gorên komî nîşaneyên qirkirinê ne. Ev delîl û belgeyan naxwazin, ji bo vê gorên komî nayên vekirin. Li ser gorên komî hinek hêz siyasetê dike. Bi bikaranîna gorên komî dixwazin qetlîamê bi parçeyî nîşan bidin û weke tiştekî biçûk bidin diyarkirin. Gundê Koço ji bo Êzîdiyan êşeke mezin e. Tenê qetlîam li ser gundê Koço nehate kirin. Li Şengalê qetlîam tenê li ser gundekê nehate kirin, li vir civakek hate qirkirin.”