• Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Sakîne Cansiz û Şehîd Nûman Amed li Wanê polîs û noker ceza kirin.

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Sakîne Cansiz û Şehîd Nûman Amed li Wanê polîs û noker ceza kirin. Yekîneyan bang kirin ku "ji pozîsyona lawaz derbasî têkoşîna çalak" bibin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Yekîneyên Tolhildanê de hate gotin, "19'ê Tîrmehê li dijî qereqola polîsan a li taxa Yenî ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di çarçoveya xweparastinê de yekîneyên me bi çekên ferdî çalakî kirin. Piştî çalakiyê li hemberî wesayitên zirxî yên ji bo piştgiriyê hatin qereqolê ji du baskan ve çalakiya sabotajê hate kirin û bi teqemenî û madeyên şewitandinê li wesayitan hate xistin. Hate tespîtkirin ku di encama teqînê de gelek polîs birîndar bûne.
19'ê Tîrmehê, li hemberî depoya avê ya Vaskî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê çalakiya sabotajê hate kirin, depo û avahiya wê ji du baskan ve hatin şewitandin.
20'ê Tîrmehê trafoyê elektrîkê yê Vedaş a Wanê hate şewitandin û îmhakirin.
19'ê Tîrmehê li kolana qereqolê ya taxa Yeniyê nokerek hate cezakirin.
Tîmên Tolhildanê yên Şehîd Hogir Amed ên YPS’ê diyar kirin ku wan li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li Îzmîr û Şirnexê sê çalakî li dar xistine.
Timên Tolhildanê diyar kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û şewitandina Cûdî û Gabarê wan li Îzmîrê agir bi du cihan xistine, li Şirnexê jî bi molotofan li wesayîta zirxî ya polîsan dane.

NAVENDA NÛÇEYAN