- Keştiyeke şer a DYA’yê gihaşt girava Grît a Yewnanistanê ji bo ku çavdêriya rageşiyên li ser herêmên enerjiyê yên li rojhilatê Deryayê Spî yên di navbera her du dewletên endamên NATO`yê; dewleta Tirk û Yewnanistanê de bike.
Ajansa Dengê Amerîkayayê diyar kir ku keştiya şer a DYA’yê ‘USS Herschel Woody Williams’ tevî keştiyên din ên Yekitiya Ewropayê û Rûsyayê bûn.
Pisporên leşkerî keştiya USS Herschel Woody Williams bi baregeheke leşkerî bi nav dikin û duyemîn keştiya mezin e ku hêzên deryayî yên DYA’yê wek navendên veguhastin û piştgiriya bi lez ji operasyonên leşkerî bi kar tîne.
NAVENDA NÛÇEYAN