Li bajarê Neqede ya girêdayî Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê komekî Azerî êrîşî Kurdan kir û 2 Kurd kuştin.
Pêr berê nîvro de kesek ku tê gotin Azerî ye û navê wî Yunis Qadirî ye, êrîş kiriye ser çend welatiyên Kurd. Di encama êrîşê de kesek bi navê Wirya Îbrahîmî tê kuştin. Piştre kujer ji aliyê polîsên Îranê ve tê binçavkirin. Welatiyên Kurd piştî ev êrîşa nijadperestî diherin ber navenda polîsan, lê polis kujer ji wir direvînin. Piştî vê Azerî dadikevin qadê û bi dirûşmên nijadperestî yên wekî, ‘Bu torpaxtan pay olmaz, Soldoz Kurdistan olmaz’ gotine ku tê wateya ‘Hûn nabin beşek ji vê axê û Soldoz nabe Kurdistan’. Li ser zêdebûna aloziyan hêzên rejîmê ji bajarên derdor jî ji bo mûdexeleyê hêz şandin Neqede û di xwepêşandanê de Kurdek bi navê Mihemed hate qetilkirin. Li gorî agahiyan ku hêzên ewlekariyê midaxeleyê koma nijadperest nekirine û tenê êrîş birine ser Kurdan. ÛRMIYE