ZELAL MAWA/AMARA HARÛN/ANF/BEHDÎNAN

 

Deniz û Ronahî li gel temenê xwe yê ciwan jî ketin bin barê şoreşê, li çiyayê Kurdistanê gihîştin hev. Di Pêngava Bazên Zagrosê û Pêngava Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de bi tevlêbûneke profesyonel bi rola fermandariya pêşeng rabûn. Di dema herî giran a şer de bi jiyan, sekn û hevrêtiya xwe, derbên giran li dagirkeran xistin.

Heger dîrok Denîz û Ronahiyê nas neke, nabe dîrok. Van herdu jinên leheng bi şev û rojan li qadê li dijî xwînmij û talankeran şer kir. Carna bi tena serê xwe bi rojan di binê tehtekî de man. Carna bi pariyek nan, carna jî bi çend lître av ketin çeperan. Carna li binê darekê, derbên giran li dagirkeran xistin. Herdu jî sekvan bûn. Ronahî hem perwerdekar hem jî fermandara Denizê ye. Hevrêyên hev bûn. Deniz jî perwerdekareke xurt bû. 

 

Yek ji navên hevrêtiyê Ronahî bû

Gerîlaya YJA Starê Ronahî Devrîm li Wanê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz mezin bû. Hîna di zarokatiyê de rêxistin nas kir û tevlêbûna xizmên wê ya li nava refên gerîla bandoreke mezin lê kir. Ronahî di ciwantiya xwe de tev li nava karên ciwanên şoreşger bû. Piştre tev li nava refên gerîla bû.

Ronahî Devrîm her tim bi kelecaneke mezin beşdarî jiyana gerîla bû. Di her kêliya jiyanê û pêvajoya şer de xwe berpirsyar dît û ji bo xwe û hevrêyên xwe perwerde bike, timî hewl da. Wê kitêb û fikrên Rêbertiyê xwendin, hewl da fêhm bike û pê re bibe yek. Ji bo di taktîkên şer ên dema nû de xwe kûr bike li akademiyên leşkerî perwerde bû. Di perwerdeyê de bi erka fermandariyê rabû û hevrêyên xwe perwerde kirin. 

 

Denîz sekvaneke pispor bû

Gerîlaya YJA Starê Denîz Reş jî di warê sembola berxwedana Şoreşa Rojava li Kobanê ji dayik bû. Denîz parastina welatê xwe li dijî dagirkeriyê ji xwe re kir wezîfe, bi baweriya bi azadiyê û hestên kûr ji PKK'ê hez kir. Gerîlayên ku di sala 2014'an de ji bo parastina Kobanê canê xwe feda kirin, gelekî bandor lê kir. Ji bo vê mîrateyê dewam bike, berê xwe da çiyê. Denîz di xeta azadiya jinan de xwe bi pêş ve bir; weke jineke leşker giringî da beşdariya xwe. Bi taybetî serketina gerîla ya di sekvaniyê de bandor lê kir û hewl da di vê mijarê de xwe bike pispor. 

Ronahî û Denizê ruhê demê fêhm kirin, timî meşa li ser xeta fedaî ji xwe re kirin esas. Ew di dibistanên leşkerî de gihîştin hev. Li gel temenê xwe yê ciwan jî bûn sekna biîrade ya artêşa jinan. Di şerê sîngesîng de kesî bi wan nikarîbû. 

Ronahî di êrîşa hewayî de, Deniz jî li Zapê di êrişên dewleta faşîst ên bi çekên kîmyewî de tevî 7 hevrêyên xwe şehîd bûn, tevî refên nemiran bûn.