Ji parêzerên Malbata Şenyaşar Serhat Kurt got, malbat wê van rojan çalakiya xwe veguhezîne Enqereyê û bang li her kesî kir da ku piştevaniya malbatê bike.
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 172’yan de “Nobeta Edaletê” li ber avahiya Edliyeya Rihayê dewam dikin. Malbatê bi vekirina dovîzan daxwaza xwe ya edaletê dubare kir. Xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Ibrahim Halîl Yildizî, beriya hilbijartinên giştî yên 2018'an 15'ê Hezîranê êrişî birîndarên malbatê kiribû, û Haci Esvet Senyaşar, kurên wî Adil û Celal Şenyaşar bi awazekî hovane li nexweşxaneya Pirsûsê qetil kiribûn.
Parêzerê malbatê Serhat Kurt doh li gel malbatê nobet girt. Kurt got, Serdozgerê Komarê yê Rihayê naxwaze bi malbatê re hevdîtnê bike. Wî diyar kir ku Emîne û Ferît Şenyaşar di 24’ê tebaxê de ji bo bi dozger re bipeyivin, 10 saetan li avahiyê sekinîne, lê daxwaza hevdîtinê ya malbatê bi hêcetên pûç hatiye redkirin. Kurt got, ev sê sal in daxwaza malbatê ya edaletê ê dadgehkirina kujeran nayê bihîstin û ji ber wê jî van rojên pêşiya me, malbat wê çalakiya xwe ya edaletê veguhezîne Enqereyê. Parêzer Serhat Kurt xwest wexta çalakî çû Enqereyê her kes xwedî li malbatê derkeve û piştevaniya wê bike.
MA/RIHA