- Dewleta Tirk ku têkçûna DAIŞ’ê, serkeftina YPG/YPJ’ê ya dijî DAIŞ’ê qebûl nekirî, bi ajoya tolhildana DAIŞ’ê, bi hinceta Raperîna Kobanê, biryara qirkirina siyasî ser siyasetmedarên Kurd da.
- DewletaTirk ku bir biryareke siyasî bi salan e siyasetmedarên Kurd rehîn kiribû û ew didarizandin biryar li ser Doza Kobanê da, cezayê giran li gelek siyasetmedarê Kurd hate birîn.
16 siyasetmedarên ku ji Doza Kobanê rehîn hatine girtin tevlî Danişîna Biryarê ya Doza Kobanê nebûn. Beriya danişînê Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û got, doza Kobanê komploya siyasî ye û ne hiqûqî ye.
Danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên li dijî êrişên DAIŞ’ê di 6-8’ê cotmeha 2014’an de hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî de i nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedara jê tên darizandin, dest pê kir. Kursiyên ku li eywana danişînê ji parêzeran re hatin veqetandin bi temamî tijî bûn.
Piştî tespîta nasnameyan evraqên li dosyayê hatin zêdekirin hatin xwendin. Girtiyên siyasî Alp Altinors û Îsmaîl Şengul tev li danişînê bûn. Alî Urkut, Gunay Kûbîlay, Nazmî Gur, Bulent Parmaksiz, Sebahat Tûncel, Zeynep Karaman, Zeynep Olbeci, Aynûr Aşan, Ayşe Yagci, Ayla Akat Ata, Dîlek Yagli, Pervîn Odûncû, Meryem Adibellî, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş tev li danişînê nebûn.
Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol a ewilî axivî, bal bire ser ku di pêvajoya darizandinê de pêvajoyeke bêhiqûqî bi pêş ketiye û got: “Ji destpêka darizandinê ve hemû rêgezên darizandina ceza tune hatine hesibandin. Dadgehê di hemû astan de helwesteke redkar nîşan daye. Bi sînorkirina parastinan re em bûn şahidê rêze binpêkirinên giran. Encex bi darizandineke adilane dikare bigihin rastiya madî. Mafê parastinê mafê mirovî ye û di hiqûqa netewî û navnetewî de jî mafekî ku hatiye ewlekirin e.’’
Doz, komployeke siyasî ye
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Em îro hatin dawiya doza komploya siyasî ya herî mezin a Tirkiyeyê. Hûn jî dişopînin. Ev ne dozeke hiqûqê ye. Dema li naveroka dosyayê hate nêrîn hûn ê bibînin ku tu eleqeya wê bi naveroka dosyayê re nîne. Me ev gelek caran anî ziman. Ev dozeke komployê ku bi şahidên veşartî, bi şiroveyên bi darê zorê, bi siyaseta hatiye amadekirin, ji aliyê erka siyasî ve hatiye arastekirine.”
Bakirhan, wiha domand: “Ji bo kesên ku îro qala normalbûnê dikin re Doza Komployê ya Kobanê dê bibe mîladek. Em ê bi rastî jî îro bi hev re bibînin ku ka ji 31’ê Adarê ders hatiye girtin an na. Ez hêvî dikim ku şandeya dadgehê ji erka siyasî bandor nebe.”
Biryar hate şermezarkirin
Ji Doza Kobanê ya ku Hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî, bi giştî 108 siyasetmedar dihatin darizandin biryar hate standin.
Li danişînê ya li Kampûsa Sîncanê dadgeha Tirk biryar li ser Doza Kobanê da, ku dewleta Tirk bi hinceta raperîna 6-8’ê Cotmeha 2014’an a dijî êrîşên li ser Kobanê rû dabû, ev doz vekiribû.
Dema ku dadgeha Tirk biryar aşkere kirî kesên li salona dadgehê helwest nîşan dan li maseyan dan. Biryar bi dirûşm û çepikan hate aşkerekirin. Parêzeran bi dirûşma ‘’bijî berxwedana HDP’ salon terikandin.
Cezayê giran dan
Derheqê siyasetmedaran dadgeha Tirk ev ceza dan.
Bi ‘endamtiya rêxistinê’ 10 sal ceza li Ahmet Turk hate birîn.
Cezayê miebeta girankirî ya li ser Alî Urkut daxistin 16 salan, ji ber helwesta li pêvajoya darizandinê ceza kirin 13 sal û 4 mehan. Biryara domdarkirina girtinê li ser hate dayin.
Bi îdîaya ‘hilweşandina yekîtî û yekerebûna dewletê’ 18 sal ceza dane li Alp Altinors. Ceza nehate kêmkirin. Biryar li ser domdariya girtina wî hate dayin. Her wiha bi îdîaya ‘tahrîka sûckirinê’ 4 sal û 6 meh ceza dane Altinors.
6 sal û 6 meh ceza li Ayle Akat Ata hate birîn. Li gel zêdekirin û kêmkirinê 9 sal û 9 meh ceza danê, rewşa girtîbûnê hate berçavkirin û biryar li ser berdana Ata hate dayin.
Bi ‘endamtiya rêxistinê’ 9 sal ceza li Aynur Aşan hate birîn.
Têkilî Aysel Tugluk biryara bereatê hate standin.
Her wiha 9 sal ceza li Ayşe Yagci hate birîn. Rewşa girtina wê hate berçavkirin û biryar li ser berdana wê hate standin.
16 sal ceza li Bulent Parmaksiz hate birîn. Ceza nehate kêmkirin. Biryar li ser domdariya girtinê hate dayin. Her wiha bi îdîaya ‘tahrîka sûckirinê’ 2 sal ceza lê hate birîn. Cezayê navborî hate zêdekirin û kirin 4 sal û 6 meh.
Her wiha 19 sal ceza li Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag hate birîn û biryar li ser domdarkirin girtina wê hate standin. Ji bilî vê bi îdîaya ‘navtêdanê’ 4 sal û 6 mehan ceza lê hate birîn.
24 sal û 6 meh ceza li Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hate birîn.
10 sal ceza li Emîne Ayna hate birîn.
Têkilî Ayhan Bilgen û Altan Tan bereat hate dayin.
Derbarê Bircan Yorulmaz, Can Memiş, Beyza Ustun, Gulsel Yildirim, Gulfer Akkaya biryara bereatê hate dayin.
Derbarê Gultan Kişanak bi ‘endamtiya rêxistinê’ 8 sal ceza lê hate birîn, ceza bi rêjeya nîvî hate zêdekrin û 12 sal ceza lê hate birîn. Derbarê Kişanak biryara berdanê hate standin.
Sebahat Tuncel jî 8 sal ceza xwar, cezayê wê kirin 12 sal, rewşa girtîbûnê dane ber çavan û biryar li ser berdana wê hate standin.ENQERE