Dostê Kurdan Recaî Fayid wefat kir
Şemî 28 Çile 2023 - 00:15
Dostê gelê Kurd û alîgirê doza wê serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misirê û endamê Komîteya Erebî ya Azadiya Ocalan Recaî Fayid wefat kir.
Recaî Fayid jiyana xwe xist xizmeta lêkolînên li ser Kurdan û pirtûkek bi navê 'Ocalan: Rêber û Doz' jî nivîsandiye.
Recaî Fayid di gelek boneyan de piştgiriya xwe bi doza gelê Kurd re nîşan dida û di hevpeyvîneke xwe de wiha gotibû: "Ocalan ji girtiyekî fîzîkî veguherî fikir û dûre felsefe û ji bo rizgarkirina bindestan têkoşiya."
Li ser Helebce û Enfalê lêkolîn kirin
Fayid her tim banga pêwîstiya naskirina êşên gelê Kurd ên ji destê dewleta Tirk a dagirker û têkoşîna Kurdan a ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa dikir. Recaî Fayid ji Tenta yê Misirê ye û di 1943'yan de hate dinê. Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê Misirî, serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misirê û endamê Meclisa Misirî ya Kar û Barên Derve bû. Ji destpêka 1'ê Gulana 1979'an heta 26'ê Tebaxa 1988'an tevî malbata xwe li Hewlêr jiya bû. Lêkolînên wî li ser Helebce û Enfalê hene.
NAVENDA NÛÇEYAN