Dolar û euroyê dîsa rekor şikandin

Çarşem 15 Kanûn 2021 - 21:36

  • Beriya ku biryarên faîzê yên FED’ê werin eşkere kirin, dolar bû 14,6 lîre, euro jî bû 16,5 lîre; yanî herduyan careke din rekor şikand.

Beriya ku biryarên faîzê yên FED’ê werin eşkere kirin, dolar bû 14,6 lîre, euro jî bû 16,5 lîre; yanî herduyan careke din rekor şikand. 

Desteya Polîtîkaya Pereyan (PPK) a Bankaya Navendî (MB) ya dewleta Tirk, ji bo biryara faîzê ya dawî ya salê civiya. Deste wê biryara xwe ya li ser faîza polîtîkayê ya ji sedî 15’an îro eşkere bike. Tevî 4 mudaxaleyên MB’yê jî ji ber bendewariya biryara daxistina faîzê, bilindbûna kûra dovîzê didome. Dolar ku li bazara serbest a Stenbolê bi 14.39 lîreyî vebû, danê sibehê bi 14,55 lîreyî ket bazarê. Gava nûçeya me dihat amadekirin dolar bûbû 14.77 lîre û euro jî 16.64 lîre.

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.