• Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, dewleta Tirk ji bo tola bibinketina DAIŞ`ê li Hesekê hilîne, û ji ber wê êrişî herêmê dike. 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, dewleta Tirk ji bo tola bibinketina DAIŞ`ê li Hesekê hilîne, û ji ber wê êrişî herêmê dike.

Rêveberiyê her wiha bang li dewletên cîhanê, Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê kir da ku rê li pêşiya êrişên dewleta Tirk bigirin.

Rêveberiya got, “Piştî ku xewna vejandina DAIŞ`ê têk çû û gelê me bi xwedîderketina li Hêzên QSD´ê û hêzên ewlehiyê, pîlana dewleta Tirk a dagirker li Hesekê têk bir, dewleta Tirk ji bo ku tola wê bibinketinê hilîne, bi awayekî hemwext herêmên Şehba, Şengal û Kampa Mexmûrê û gundewarê Dêrikê bi balafiran kirin hedef.

Ji vê yekê diyar dibe ku dewleta Tirk ji bibinketina DAIŞ`ê li Hesekê ne razî ye. Her wiha hewl dide careke din istîqrara li herêmê têk bibe û zemînekî ji vegera terorê re amade bike.

Em di heman demê de bang li Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya û saziyên Neteweyên Yekbûyî û hiqûqî hemûyan dikin, bila rê li pêşiya dewleta Tirk a dagirker bigirin da ku êrişên xwe yên li dijî herêmên me rawestîne. Em lihevkirina agirbestê ya bi dewleta Tirk re, tînin bîra Rûsya û Emerîkayê. Ev êriş şêweyekî qirkirinê ye ku dewleta Tirk pê navdar e. Em van êrişan red dikin û ti carî qebûl nakin. Em ê ji bo parastina destketiyên gel û şehîdên xwe, bi vîneke xurt li ber xwe bidin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN