SÎMA BIROKÊ
ANHA/QAMIŞLO
Li Sûriyê desthildariya hikûmeta Şamê bi her awayî rê nivîskarên û helbestkar, asteng dikirin. Gelek nivîskar û helbestkar ji ber îfadekirina hest û azarên gel û zilma li ser wan, dihatin girtin û gelek ji wan jî ji axa Sûriyê dihatin derxistin. Li Sûriyê çapkirina pirtûkên bi zimanê Erebî û Kurdî, heke kurdewarî bûna ji milê hikûmeta Şamê ve dihatin qedexekirin.
Piştî Şoreşa Rojava di her warî de guhertin hatin çêkirin, yek ji wan waran jî warê wêje û nivîsê ye. Komîteya Wêjeyê ya Rojava ku niha navê wê “Dîwana Wêjeyê” ye, ji hemû nivîskar û wêjevanan re bûye sîwan.
Dîwana Wêjeyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser kar û xebatên berhevkirin û nirxandina pirtûkan kar dike, heta niha hejmarek ji nivîsên li ber windabûnê hatine rizgarkirin. Dîwana Wêjeyê di xebatên xwe de tenê daxwaza wêje û dîrokeke rast dike.
Dîwana Wêjeyê sala 2016`an bi geşbûna şoreşê re bi pêşengiya 3 jinan dest pê kir û piştre xebat di nava mamosteyan de berfireh bû.
Nirxandin û çapkirina pirtûkan
Sala 2017`an di hundirê Dîwana Wêjeyê de komîteyeke taybet bi xwendin û nirxandina pirtûkan hat avakirin, piştre pêwîstî bi avakirina têkiliyan bi weşanxaneya Şilêr re hat dîtin. Dîwana Wêjeyê niha li asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser nirxandina pirtûkan û çapkirina wan disekine.
Di Dîwana Wêjeyê de komîteyên sabit tine ne, li gorî mijara ku nivîskar radestî dîwanê dike, komîte tên sazkirin, di heman demê de komîteya wergerê jî heye, lê heta niha tenê karê sererastkirina pirtûkên ku beriya şoreşê hatine wergerandin, dike.
Armanca Dîwana Wêjeyê; berhevkirina pirtûkên folklorî, gotinên pêşiyan, roman, helbest, dîrok, ziman, ferheng, ol, şano, tenduristî, çîrok û çîrvanokên li ber nemanê ne.
Berdevka Dîwana Wêjeyê, Narîman Evdikê li ser mijarê dibêje, “Me ji sala 2016`an ve dest bi vê xebatê kiriye û niha 2021 e, hîna jî nivîsên ku bi xeta dest ji salên 1980`yî ve hatine nivîsîn, ji me re tên da ku em wan çap bikin. Bi vê xebatê, em dizanin ku em xewnên wan kesan pêk tînin. Beriya çend rojan lênûskeke wiha hat gel me, kesên ku ew lênûsk anîne, gotin ev lênûska bapîrê me ye û xewna wî bû ku berhema wî bê çapkirin, lê wefat kir û ew xewn bi çavên xwe nedît.”
Pirtûkxaneya Amara û mihrîcana Osman Sebrî
Yek ji berhemê Dîwana Wêjeyê ya sereke vekirina pirtûkxaneya Amara ya li herêma Cizîrê ye ku li ser asta herêmê mezintirîn pirtûkxane ye. Di pirtûkxaneya Amara de bi hezaran pirtûk hene û bi zimanên Kurdî, Erebî, Farisî, Tirkî û Ingilîzî ne.
Dîwana Wêjeyê Mihrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê li dar dixe.