Divê Tirkiye ji ber sûcên şer were darizandin

În 20 Îlon 2024 - 15:49

  • Êrîşên terorî yên Tirk û çeteyên wê yên li ser Rêveberiya Xweser li ber NY’yê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de kesên ku li gundê Kaxirê bi êrîşa Tirk şehîd bûbûn hatin bibîranîn û hate gotin dewleta Tirk sûcê şer dike û hate xwestin ku dewleta Tirk li qada navnetewî ji ber sûcên şer were darizandin.

Kurdistaniyan li Swîsreyê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê êrîşa terorî ya Tirk û çeteyên wê ya li ser Rêveberiya Xweser ya li gundê Kaxirê ya bi ser navçeya Mabeta ya Efrînê ve şermezar kirin.
Kurdistaniyên ku bi banga Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Nûnertiya PYD’ê ya Swîsreyê li hev civiyan ji bo kesên ku di êrîşa Tirk de şehîd bûn deqeyek rêz girtin.

Bêdengî nayê qebûlkirin
Bi navê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mehdî Kurdî bedengiya qada navnetewî ya li bara êrîşên Tirk şermezar kir û rexne li bêdengiya sazî û dezgehên mafê mirovan ên navnetewî anî. Kurdî got,’’ “Bêdengiya van saziyan li hember binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên kuştin, girtin, koçberkirina bi darê zorê, êşkence, destavêtin, talankirin û revandina bi hezaran jin û sivîlan nayê qebûlkirin.” 

Ji bo ser sûcên xwe bigire
Kurdî ambargoya li ser herêmê jî kir bi bîr xist  û destnîşan kir dewleta Tirk ji bo ku ser sûcên xwe bigire têkiliya xwe bi herêmê re qut kiriye, tevdîrên tun dli ser Nexweşxaneya Leşkerî ya Efrînê staniye û qedexeya derketina derve ragihandiye.

Divê Tirkiyê were darizandin
Bi berdewamî Kurdî  bang li sazî û dezgehên mafê mirovan ên navnetewî kir ku dengê xwe li dewleta Tirk bikin da ku van êrîşên terorî rawestîne û got, “Em bang li NY û welatên ku bi aştî û aramiya herêmê re eleqedar in dikin ku ji bo rawestandina van sûcan, sûcdar li qada navneteweyî bên darizandin, dawî li dagirkeriyê were anîn û welatiyên Efrînê vegerin ser axa xwe divê demildest tedbîrên lezgîn bigirin."

Divê dawî li dagirkeriya Tirk were
Li ser navê Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Swîsreyê Gulistan Sadon jî  diyar kir dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdistanê komkujî û êrîşên dagirkeriyê pêk tîne. Gulistan Sadon destnîşan kir ku ji bo ku xeyalên mezin ên Osmaniyan pêk bîne, polîtîkayên zext û talankeriyê dimeşîne. Gulistan Sadon bang li sazî û dewletên navneteweyî kir ku di demildest dawî li polîtîkayên dagirkerî, talan û komkujiyên dewleta Tirk bînin. ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.