Enwer Muslim Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê bi xaleke girîng bi nav kir û got: “Êdî gelên cîhanê nema rehîneyên biryarên hikumetên xwe ne, lê yekser biryara piştgiriya Kobanê dan. Piştî berxwedana Kobanê doza Kurd bû dozeke cîhanî.”
Gelên cîhanê 1’ê Mijdara 2014’an Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê ya li hemberî çeteyên DAIŞ‘ê ragihandin. Bi milyonan mirov li gelek dewletan bi hemû ol, netew, mezheb û etnîkan bi hildana alên YPG û YPJ’ê daketin qadan û bi dirûşmeyan silav dan berxwedana kurdan û bi qîr êrişên DAIŞ’ê şermezar kirin, her wiha bang li civaka navneteweyî kirin ku destwerdanê bikin û ji bo piştgiriya Kobanê tedbîran bigirin. Li ser mijarê Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Enwer Muslim bersiva pirsên ANHA’yê da û got: “Dema DAIŞ’ê dest danî ser bajarê Mûsil ê Iraqê, piştre jî bajarê Reqa yê Sûriyê texmîn kir ku biçe kîjan bajarî dê karibe dest deyne ser, lê li Kobanê rewş cûda bû.
Ji bo parastina vê piştgiriyê têkoşîna fikirî û rêveberî ya hevpar tê xwestin da ku em bibin bingeha yekemîn a Sûriya paşerojê. Li hemberî şerê taybet ku piraniya pergalên herêmî li ser herêmên me dimeşînin ji bo ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibin û tevliheviyê di navbera pêkhateyan de çêbikin, divê ev têkoşîn were xurtkirin.
Divê em li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk bin ku sîwan û hembêzgeha hemû pêkhateyan e. Her wiha em destekê bibin saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku destkeftiyên berxwedana Kobanê û piştevaniya navnetewî biparêzin.
NAVENDA NÛÇEYAN