Şervana YPJ'ê ya ji Silêmanî Bêrîvan Kurdistan diyar kir ku divê pêşmerge neyên lîstika dewleta Tirk û got, ''Gelê me yê başûr divê serê xwe li ber êrîşên dewleta Tirk netewîne.'' 

Şervana YPJ'ê Bêrîvan Kurdistan ku sala 2016'an tevlî nav refên têkoşînê bûyî li dijî êrişên dewletên dagirker di nav şoreşa Rojava de ye. Bêrîvan Kurdistan anî ziman ku şoreşa Rojava kana wê ya îlhamê ye û got, ''Min xwest ku di nav vê têkoşîn û berxwedaniyê de bim. Belê, li gorî hinan li başûrê Kurdistanê otnomiyek heye lê di vê otonomiyê de azadî û serxwebûn şiklî ye.”

Bêrîvan Kurdistan diyar kir ku yek ji polîtîkaya dewleta Tirk ew e ku Kurdan bi hev bide kuştin, û got:  “Ez jî li nav malbateke wiha mezin bûm ku bi hişmendiya PDK'ê bû lê di wê Kurdistanê de ku bi hişmendiya berdest a PDK'ê tê xwestin were avakirin ne xwedî nirxê neteweyî ye. Ji ber vê jî banga me li pêşmergeyan ew e ku ji xeta hevkariya bi dagirkeran biqerin. Ji ber ku tekane rêya ku gelê Kurd ji qirkirin û komkujiya berdest rizgar bike ew e ku li başûrê Kurdistanê gerîla û pêşmerge mil bi mil şer bikin û li dijî dewleta Tirk rawestin. Di rewşeke berevajî vê de partiyên ji başûrên Kurdistanê jî divê zanibin dewleta Tirk a dagiker weke niha wê her tiştî ji bo xwe heq bibîne û otonomiya biçûk a di dest xwe de jî winda bikin.

Ez bang li gel, jin û ciwanên Başûrê Kurdistanê dikim; li dijî dewleta Tirk ku dixwaze xaka me dagir bike em li ber xwe bidin. Heke li dijî vê êrîşa dagirker em ne li rex gerîla bin, em ê nikaribin li ser xaka xwe bi azadî bijîn. Divê hemû gelê me li dijî dewleta Tirk a dagirker rabe ser xwe û em dagirkeran ji ser xaka xwe bavêjin.''

NAVENDA NÛÇEYAN