KJK di çarçoveya peymana Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê de dibêje, Hêzên PDK'ê sala 2014'an civaka me ya Êzîdî li naverastê hiştin û îro li şûna ku rexne li xwe bigirin û piştgiriya xweseriya Şengalê bikin, rabûne bi hikumeta Iraqê re peymanek mohr kirine ku tê wateya qirkirineke nû.
Koordînasyona KJK'ê têkildarî peymana ku PDK'ê bi hikumeta Iraqê re li ser Şengalê îmze kir, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Peymana PDK'ê ya bi hikumeta Iraqê re ku tê wateya fermana 74'an, ji aliyê naverokê ve xiyaneteke nû ya li Şengalê ye. Bi vê peymanê re ku di salvegera komploya navneteweyî ya dijî Rêber Apo de hate kirin, peyam ji tevahiya gelê me, jinan, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê re hatiye dayin."
Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku gelê Şengalê nûnerê çand, ol û dîroka herî qedîm a Rojhilata Navîn e û destnîşan kir ku li gel 73 fermanên lê rabûne jî bi berxwedanê xwe gihandina vê serdemê.
Koordînasyona KJK'ê bi bîr xist ku di sala 2014'an de li pêş çavên tevahiya cîhanê li Şengalê qirkirineke mezin pêk hat û bi hezaran mirov; jin, zarok, extiyar yan hatin kuştin yan jî dîl hatin girtin.
Çekdarên PDKê Şengal hiştin
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Dema ku ev komkujî dibû, Şengal di bin parastina hêzên PDK'ê de bû. Pêşmergeyan dest ji Şengalê berdan û reviyan. Yê ku fermana vê da PDK bû. Li dijî êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Şengalê, yên bi hawara civaka Êzîdî ve çûn hêzên me yên HPG-YJA Starê bûn. Bi nirx û qîmeta ji bo Êzîdiyan, ji bo gelên herêmê hemûyan ku di îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo de heye, bi perspektîfa jiyana azad û wekhev gerîlayên PKK û PAJK'ê Kurdistan û Rojhilata navîn parastin, bi ruhekî fedayî yê mezin şerê xweparastinê meşandin, Şengal û Rojhilata Navîn ji destê van çeteyên dîn û har derxistin.
Şengalî Şengalê rêve dibin
Piştî fermana 73'an Şengaliyan cara yekemîn meclîs û rêxistinên xwe ava kir ku pê xwe bi rê ve dibin. Rêveberiya Xweser a Şengalê ava bû. Jinên Şengalî bûn hêza pêşeng û tevlî karên jinûveavakirina Şengalê, azadkirinê û berxwedanê bûn. YBŞ, YJŞ, Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê, Meclîsa Jinê ya Şengalê û gelê Şengalê gihîştin wê astê ku pirsgirêkan çareser bikin û karên xwe bi rengekî serketî meşandin. Li gorî derfetên xwe Şengal ji nû ve ava kirin, tovên jiyana azad û wekhev jinûve reşandin û mezin kirin. Lê belê hêzên ku naxwazin li Rojhilata Navîn Kurdîtiya azad, kesayetiya azad, jinên azad hebin, di 9'ê Cotmehê de li hev kom bûn û mohra xwe danîn yek ji peymanên ne bi xêr ên dîrokê.
Em vê peymanê qebûl nakin
Em jinên Kurd diyar dikin ku em ê vê peymana qirêj a di navbera PDK û hikumeta Iraqê de tu carî qebûl nekin û em ê bi hemû hêza xwe li dijî vî tiştî têbikoşin.
Wê jin û gelên Şengalê vê tifaqê qebûl nekin. Li ser vî esasî çalakiyên jin û dayikên Şengalê di serî de, em çalakiyên gelên xwe yên Ewrûpayê û helwesta wan a dîrokî silav dikin.
Gelê me yê Şengalê divê yekîtiya xwe û helwesta xwe ya berxwedanê xurt bikin.
Jinan ji bîr nekirin ku jinên Êzîdî çawa li bazarên hêsîran hatin firotin, tecawizî wan hate kirin û hatin kuştin. Wê gelên me tu carî vê qetlîamê ji bîr nekin.
Di çarçoveya pêngava me KJK’ê ya bi navê ‘Em li dijî qirkirina jinan, mirovên azad û civakê diparêzin’ jinên li Başûrê Kurdistanê di serî de, em bang li tevgerên jinan ên li Rojhilata Navîn û dinyayê dikin ku xwedî li Şengalê derkevin û çalakiyan geş bikin.
Jin û gelên Şengalê ne bi tenê ne. Divê gelê Şengalê, Şengalê biparêze."
ANF/BEHDÎNAN