Çalakiya nobeta “Edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 152’yemîn de didome. Emîne Şenyaşar, kurê wê Ferît Şenyaşar û kurê Celal Şenyaşar ê di êrîşê de hatibû qetilkirin, Emîr Şenyaşar (13), doh serê sibê hatin li pêş avahiya edliyeyê. Li wir bi dowizên li serê dinivîsand “Ji bo herkesê edalet” û “Dayikek 150 roj in li pêş Edliyeya Rihayê nobetê digire’’ dest bi çalakiya nobetê kirin. Endamên Lijneyên Kordînasyonên Bajêr ên Amed û Rihayê yên Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) ji bo piştevaniyê doh çûn cem malbatê.
Di serdanê de Sekreterê Lijneya Kordînasyona Bajêr a Amedê Dogan Hatûn got: “Ez bang li Wêzîrê Karên Navxweyî jî dikim; li vê derê malbatek 150 rojan zêdetir e di nobeta edaletê de ye. Mixabin vîneke ku edaletê pêk bîne û deng bide malbatê nemaye. Em ji vir bang li gelê Kurd û raya giştî ya Kurdistanê jî dikin; divê malbat tenê neyê hiştin. Heke em îro malbatê tenê bihêlin wê ji bê edaletiyê hêzê bigirin û komkujî wê zêde bibin. Komkujiyeke weke vê, hefteya borî li Konyayê pêk hat. 7 Kurd bi awayekî nijadperestî hatin qetilkirin. Bêcazebûnek li wir hebû. Êdî desthilat nikare vî welatî bi rê ve bibe û edaletê pêk bîne. Em herkesê vedixwînin vir bi piştevaniya malbata Şenyaşar re.” RIHA