- Endamê Encûmena Meclisa Kerkûkê Dr. Ehmed Kerkûkî diyar kir ku pêwîst e her 3 pêkhateyên li Kerkûkê di hikumeta xwecihî de cih bigirin û got; “Divê PDK bizane bi kê re li hev dike û di berjewendiya Kurdan debe.”
Di 18’ê Hezîrana sala 2023’yan de li Iraqê hilbijartinên encûmenên parêzgehan pêk hat, lê heya niha jî ji bo Kerkûkê waliyek nehatiye diyarkirin. Bi vê re jî Erebên derdor yên li Başûrê Kerkûkê, nahêlin cotyarên Kurd zeviyên xwe bidirûn.
Endamê Encûmena Meclisa Kerkûkê Dr. Ehmed Kerkûkî derbarê pirsgirêkên ji bo diyarkirina waliyek ji bo Kerkûkê, astengiyên li ber gundên Kurdan yên li Kerkûkê axivî.
Divê 3 pêkhate li meclîsa xwecih bin
Dr. Ehmed Kerkûkî destpêkê behsa astengiyên li pêşiya diyarkirina waliyek ji bo Kerkûkê kir û got; “Pirsgirêk ne rê girtine, pirsgirêk ew e ku her 3 pêkhate (Kurd, Ereb û Tirkmen) dixwazin waliyê Kerkûkê yê wan be, ev jî nabe. Ev pirsgirêk bûye sedem ku walî neyê diyarkirin û me dizanî wê ev pirsgirêk dom bike, ji ber ku tevlîbûna hikumeta xwecihî ya li Kerkûkê, ne weke cihên dine. Divê her 3 pêkhateyên Kerkûkê tevlî hikumeta xwecihî bibin.”
Divê zanibin peymanê bi kê re dikin
Kerkûkî derbarê hewldanên PDK’ê yên ji bo lihevkirinek bi Ereb û Tirkmenan re jî axivî; “Eger hewldanek wan hebe jî, ew bixwe dizanin, lê ya girîng divê di berjewendiya xelkê Kerkûk bi taybet jî Kurdan de be. Lê piştî hemû hepveymanên xirab ew bi xwe wê berpirsyar bin. Li vir ya girîng dîtina xalek hevbeş ya di nava Kurdan de, bi tabyet jî di navbera YNK û PDK’ê deye. Divê bizanin bi kê re hevpeymanê çêdikin.”
Nahêlin zeviyan rakin
Derbarê pirsgirêka xelkê gundê Pelekan ku Ereb nahêlin zeviyên xwe bidirûn jî got; “Ev pirsgirêkeke û heya niha jî nehatiye çaresrkirin, pêwîste parlamentoya Iraqê bi biryarekê pirsgirêka gund û hemû zeviyên ku pirsgirêk li ser hene, çareser bike. Di rastiyê de sedema pirsgirêkê piştgirîkirina Ereban ya ji aliyê desthilata ku niha li Kerkûkê ye, niha li Kerkûkê proseya dagirkirina zeviyan dewam dike.”
Divê xala 6’an bi cih were
Di dewamê de Dr. Ehmed Kerkûkê behsa heman pirsgirêka zeviyên Kurdan yên li Kerkûkê kir; “Me pirsgirêka wan gundan gihand parlamentoya Iraqê, lijneya Ewlekarî û Parastinê serdana gund kir û ji bo çareseriyê jî 6 meh dem dane. Niha artêş ji gund vekişiyaye û bi awayek demkî xelkê gund zeviyên xwe diçînin û dikêlin. Divê ev pirsgirêk bi rêya parlamentoya Iraqê were çareserkirin û divê madeya 140 were bicihanîn.” ROJNEWS/KIRKUK