ZEYNEP DÛRGÛT
MA/MÊRDÎN

Di demên borî de, di çarçoveya bertîlxwarin û bêûsiliyê de der barê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji hêla Serdozgeriya Komerê ya Mêrdînê ve lêpirsîn hat destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de di nav de rêveberên payebilind jî heyî 15 kes hatin binçavkirin. Heta niha Serokê Şîrketa Ceryanê DEDAŞ’a Mêrdînê Mehmet Bûlût û serokên daîreyên şaredariyê û karsaz jî di nav de 5 kes ji ber bertîlê û sextekariyê hatine girtin. Tê gotin ev ekîb ji 2016’an ve bertîlê dixwe û karê ne li gorî rêbazê birêve dibin. Di serdema qeyûm de milyonek û 180 milyon TL şaredariyê ketibû bin deyn û qasaya wê hatibû valakirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin, têkildarî operasyonên bertîlxwarin û bêûsiliyê axivî û got: “Modela qeyûman têk çû û ev kes divê hesab bidin gel. 
Turk diyar kir ku cara ewil e, li dijî şaredariyekê operasyoneke bi vî awayî pêk tê û got: ”Wan şaredarî bi tevahî talan kirin. Butçeya şaredariyê 375 hezar TL ye. Lê deynê wê 2 milyar lîre ye”
Turk, da zanîn ku li herêmê modele qeyûman têk çû û got: ”Qeyûman şaredarî kirin şaredariyên ku ji gel re xizmetê nekin. Armanca qeyûman ew e ku têkiliya me ya bi gel re qut bikin. Di vir de biryareke sîyasî û lîstîkek heye.”