Divê destavêtin normal nebe 

Duşem 14 Kanûn 2020 - 22:23

Berdevka TJA’yê ya Êlihê Gulîstan Sonuk, diyar kir ku divê bûyera Îpek Er a li Qûbînê û bûyera destavêtina zaroka 15 salî ya li Kercewsê, ji hev cuda neyên dîtin û got: “Polîs, esker û cerdevan bi hêza ku ji dewletê digirin, dixwazin bûyerên destavêtin û tacizan asayî bikin. Lê emê destûrê nedin vê yekê.”

Hîna dengvedana bûyera keça 18 salî Îpek Er a ku li navçeya Qûbînê ya Êlihê ji ber destavêtina Çawişê Pispor Mûsa Orhan dawî li jiyana xwe anî û berdana bersûcê wê Orhan dewam dikir, vê carê jî li navçeya Kercewsê ya Êlihê, polîs, esker û cerdevan jî di nav de, 27 kesan tecawîzî zaroka 15 salî kirine. Ev her du bûyerên tecawîzê, di nava civak û raya giştî de bû sedema nerazîbûnê. 

Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Êlihê Gulîstan Sonuk, derbarê van bûyeran de axivî û diyar kir ku bi taybetî wan li dijî bûyerên taciz, tundî û destavêtinê dest bi kampanyeya “Em xwe diparêzin” kirine û wiha behsa girîngiya kampanyeya xwe kir: “Ji bo teşhîrkirina bûyerên taciz û destavêtinan kampanyeya me pir girîng e. Bi vê kampanyayê jin nerazîbûna xwe nîşan didin.”

Sonuk, da zanîn ku ew hînbûne, bûyera li Kercewsê, bûyereke ku bi salane dewam kiriye. Behsa çetekeye ji 27 kesan tê kirin. Tê gotin, zaroka 15 salî berê jî, du caran ducanî bûye û ev cara sêyemîne ducanî dibe. Ev bûyer hovane ye.

MA/BATMAN

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.