- Di êrişa dewleta Tirk a li ser Minbicê de 6 kes hatin kuştin û hema bêje piranî zarok in.
Dewleta Tirk a dagirker û qirker komkujiyeke din kir. Di êrişa dewleta Tirk a li ser Minbicê de 6 kes hatin kuştin û hema bêje piranî zarok in.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundê Qort Wêran û Wîlanlî ku li bakurê rojavayî bajarê Minbicê dikevin, topbaran kir û di encamê de komkujiyek li dijî sivîlan pêk anî.
Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, di encama komkujiyê de 6 sivîl hatine kuştin û kuştî jin û zarok in. Her weha di komkujiyê de 6 zarok jî birîndar bûn.
Sivîlên şehîd û birîndar bûne, hemû ji heman malbatê ne.
Navên 5 kuştiyan weha ye: Eliya Diyab (60), Fatime Mexlûf (35), Faris Diyab (13), Xifran Diyab (7), Cemîle Diyab (11).
Her wiha navê du birîndaran ku ew jî zarok in, wiha ne; Mehmûd Diyab (7) rewşa xwe hîna xeternak e û Ehmed Diyab (12) ew jî rewşa xwe xeternak e.
Li gorî agahiyên bi dest ketine, qurbaniyên komkujiyê hemû ji malbatekê ne û dema li ber mala xwe raketibûn, topa hêzên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li nava wan ketiye.
ANHA/MINBIC