Piştî Fermana 3´yê tebaxê bi hezaran zarokên Êzîdî yên ji Şengalê hatin kolekirin, miameleya xirab bi wan re hat kirin û ew şandin şer. QSD´ê qederê 2 hezarî ji wan rizgar kir. Lê belê dinyayê ev zarokên ku QSDʼê rizgar kirin, tenê hiştin.
Dewleta Tirk, bi destê DAIŞ´ê ev qirkirin kir, gerîlayên HPG û şervanên YPG´ê û YPJ´ê jî ji bo ku bêhtir zirar li civaka Êzîdî nebe bû mertal lê dîsa jî bi hezaran zarok hatin revandin. Dîsa bi şerê QSD´ê bi hezaran zarok hatin rizgar kirin û gelek ji wan vegeriyan Şengalê cem maliyên xwe. Jixwe hîna gelek zarok winda ne.
Rêxistina Efûya Navneteweyî (AI) di lîkolîneke xwe de bi vê mijarê dadikeve. AI di rapora xwe de cih dide şahidiya mexdûran, malbatên wan û alîkarên xizmeta insanî. Mesele jî nexasim tenduristî û derûniya zarokên ji destê DAIŞ´ê rizgarkirî ye.
Randa ya ku îro 14 salî ye, 5 salan êsîrê çeteya DAIŞ´ê bû heta klu QSD´ê ew rizgar kir. Ew dibêje, "hew tê bîra min ez çend caran firotim." Di dawiyê de jî bi darê zorê wê dizewicînin. Keçik bi darê zorê dan zewicandin, dest avêtin wan, kurik şandin bi zorê kirin Misilman, û şandin bereyên şer jî. Şideta wekî din li wan hatî kirin, ji malê qutkirin, kolekirin û gelek tiştên din barekî gelekî giran e li ser van zarokan û AI di rapora xwe de dibêje, ev zarokên QSDʼê ew rizgarkirî, di warê alîkariya piştî rizgarkirinê de ji aliyê dinyayê ve tenê hatine hiştin.
BERLÎN