- Înternasyonalîstên ji Awusturalyayê çûn Rojava, di vegera xwe de ketin ber çerxa zextên dewletê û meqamên wê yên ewlekariyê.
Înternasyonalîstên ji Awusturalyayê çûn Rojava, di vegera xwe de ketin ber çerxa zextên dewletê û meqamên wê yên ewlekariyê. Yek ji van jî Jamon Hartzer e. Jamon Hartzer sala 2017´an çû nav Tabura Înternasyonalîstan û li bereya Reqayê tevlî nava şerê li dijî DAIŞ´ê bû. Piştî vegerê, pasaporta wî hat desteserkirin û êdî nikare ji bo konser û çalakiyên piştevaniyê jî derkeve derveyî Awusturalyayê. Muzîkjenê ku par xwest ji bo destekê bide piştgiriya bi Şengalê re biçe Başûrê Kurdistanê, nekarî biçe. Niha ew rêyên hiqûqî dide ber xwe da ku vê cezakirina bêyî hebûna sûc û biryareke hiqûqî bide betalkirin.
Jamon Hartzer ji Perthê ye, gava ku ew ji Rojava vegeriya, pasaporta wî hat betalkirin. Jamon ne ji rêûresmeke çepgir bûye jî. Ew li taxeke keviya bajêr a Perthê ji malbateke karker e. Berê jî ne çalakger bû.
Piştî vegera wî bi ser mala wî de jî hat girtin û tê bîra wî ku di fermana lêgerîna malê de wî karî "peyvên kilît ên weke YPG and YPJ´ê" bibîne.
Tiştên wî yên ku li balefirgehê hatin desteserkirin, piştî bi 18 mehan lê vegerandin. Tirsa dozekê ku pê deh sal ceza lê bîn birrîn jî demeke dirêj li ser hebû. Sedem jî ew e ku hiqûqa Awusturalyayê ji hev dernaxe ka kî ji bo çi li derveyêî Awusturalyayê sîleh bi kar aniye.
Pasaporta wî paşê tevî ku li dijî wî ti gunehbarî nebûn jê hat stendin. Niha ew xwe amade dike ku li dijî rayedaran dozeke hiqûqî veke da ku pasaporta xwe bistîne. Ew nexasim aciz e ji ber ku nekarî ji bo çalakiyeke piştgiriya bi Şengalê re par biçe Başûrê Kurdistanê. Lê vê yekê ew nesekinandiye: "Awustralyayî divê piştgirya wan [Kurdên Rojava] bikin, tevahiya dinyayê divê vê bike. Mesela çûna wir weke şervana înternasyonalîst gaveke mezin e; mirin tê de heye. Lê belê, gelek tiştên din hene ku mirov dikare bike: xelkê agahdar bikin; ji bo heyva Sor a Kurd em pereyan û alîkariyê berhev bikin, yan jî civaka KUrd a devera hûn lê biçin û wê nas bikin." SYDNEY