Dîmenê çalakiya hewayî hate weşandin

Çarşem 25 Îlon 2024 - 16:21

  • Gerîla TV dîmenê çalakiyeke hewayî ya li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar weşand.

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke hewayî ya li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar weşand. HPG’ê beriya niha têkilî çalakiyê gotibû,’’Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş bi amûrên hewayî çalakî kir.’’
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev daxuyanî dabû:
"19'ê Îlonê saet di 12:56'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê li hemberî dagirkerên ku hewl didan bi armanca leşkerî rê çêbikin, Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş bi amûrên hewayî çalakî kir. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, derb li kepçeyeke zirxî hate xistin."BEHDÎNAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.