Wezîra Ewlehî û Edaletê ya Holandayê Dilan Yeşilgoz eşkere kir ku ew namzet e ku bibe serokê partiya xwe ya rastgir VVD´ê. Serokwezîrê salan û serokê VVD´ê Mark Rutte dabû zanîn ku ew dev ji siyaseta aktîf berdide. Heger Dilan Yesilgoz bibe serokê VVD´ê, ew ê bibe favorî ji bo serokwezaretiya. Dîlan Yeşilgoz ji Dêrsimê ye, 8 salî piştî ku bavê wê li Holandayê bûbû penaber çûbû vî welatî. Heger Dîlan Yeşilgoz bibe serokwezîr, ew ê bibe yekemîn serokwezîra jin û yekemîn serokwezîra koçber a Holandayê jî.  Ji ber ku niha ji bo serokatiya VVD´ê ti namzetên din nînin û rêveberiya VVD´ê alîgir e ku  Dilan Yeşilgozê bibe seroka nû ya partiyê, îhtîmala li jor me behsa wê kir jî gelekî mumkin e pêk were. 

NAVENDA NÛÇEYAN