• Jîno Reşîd: Yên ku jinan dikujin û şidetê dikin jî nayên cezakirin. Ji ber wê jî zilam ji vê yekê wêrek dibin û hevjîn û xwişkên xwe qetil dikin. Esas hikûmet wan wêrek dike. 

Li seranserê Iraqê û li Başûrê Kurdistana xwekuştin, qetilkirin û şideta li dijî jinan her ku diçe zêde dibe. Endama RJAK'ê Jîno Reşîd, têkîldarî polîtîkayên li dijî jinan û zêdebûna xwekuştin, şidet û qetilkirina jinan a li Başûrê Kurdistanê ji Ajansa Mezopotamya re ji Zeynep Durgut re peyivî. Wê got, "Ji ber şidetê tenê di mehekê de hezar û 42 jinan li cem me gilî kir. Jinên tên kuştin jî li goristanên bêkesan tên veşartin." 
Endama RJAK'ê Jîno Reşîd sedemên zêdebûna şidet, xwekuştin û destdirêjiya li Başûr jî nirxand. Jîno Reşîd got, "Şideta li dijî jinan ne karê rojekê ye.

Esasekê vê yê dîrokî heye. Ew civaka ku ji hêla pergalê ve hatiye çêkirin, civakê dike bin bandora xwe û şidetê zêde dike. Hişmendiya dagirker a ku li ser kurdan tê ferzkirin, bandorê li azadiya jinên li Rojhilata Navîn jî dike. Vê hişmendiya serdest esasên xwe yên dîrokî hene."

Hikûmet ne cidî ye

Reşîd, anî ziman ku li herêmê di nava civakê de bi ti awayî ji jinan re meydanek nayê vekirin: "Her roj jinek tê kuştin. Heger lêkolîneke pirr cidî bê kirin wê bê dîtin ku li herêmê her navçeyek, bajarek û gundekî jinek tê kuştin. Her 24 seatan jinek tê kuştin. Xwekuştinên jinan jî pirr zêde bûne. Heger şidet li wan nehatibe kirin, heger neheqî li wan nehatibe kirin, ew ê çima xwe bikujin?  Meydanên aborî yên ku jin li wan bijîn nînin. Aborî di destê zilam de ye. Êdî kuştinên jinan li Başûr pirr hêsan bûne. Hikûmet li hemberî şidetê û komkujiyên li dijî jinan tevdîrine cidî nagire û têkoşînêke cidî nake."
 
Goristana jinên bêkes

Jîno Reşîd, da zanîn ku li herêmê jinên ku hevserê wan yan jî malbata wan, wan dikujin, li goristanên bêkesan tên definkirin: "Li ku derê jinek bê qetilkirin, yekser her kes tê agahdarkirin. Lê li hemberî vê ti gav nayê avêtin. Hin caran jî jin tên kuştin, tên şewitandin, wendakirin, lê eşkere nakin.

Sermeselê, em bibêjin birayekî destdirêjî xwîşka xwe kir, xwîşka wî hat şewitandin û wendakirin, lê birayê wê ji derve serbest ji xwe re digere. Li bajarê Silêmaniyê goristanek heye, li wir bi taybetî jin tên definkirin. Ev gor jî bênav in. Hejmar li ser gorên wan hene, ew jî ji bo ku di fermiyetê de wenda nebe, li ser hejmarê dinivîsin. Weke RJAK´ê me ew goristan kir rojev. Me li wir çalakî kir û gelek jinan jî piştgirî da vê çalakiya me, da ku cenazeyên jinan di wê goristana bê navnîşan de neyên veşartin."
 
Hikûmet dike mêr wêrek bin  

Jîno Reşîd, wekî din li ser meseleya cezanekirina kujeran jî peyiviye: "Hişmendiya dagirker sedema qetlîama jinan e. Dixwazin jin weke ku pergal dixwaze, tevbigere û bijî. Xeyalên ku ji bo jinan didin çêkirin, xeyalên pirr nebaş in. Wexta ku jin nexwazin wiha bin, di malbatê de şidet û pevçûn çêdibe. Ev hemû berhemên hişê serdest in. Dixwazin ku jin di hundirê malê de tenê bi van tiştan ve mijûl be. Naxwazin ku jin bibe xwedî biryar. Yên ku jinan dikujin û şidetê dikin jî nayên cezakirin. Ji ber wê jî zilam ji vê yekê wêrek dibin û hevjîn û xwişkên xwe qetil dikin. Esas hikûmet wan wêrek dike.

Beriya bi çend salan zilamekî dest avêtibû sê xwişkên xwe û paşê jî ew kuştin. Piştî bi demeke kurt hat berdan. Yan jî ev kes di nava malbatê de tên efûkirin û ser bûyerê bi vî rengî tê girtin. Kujerên jinan nayên dadgehkirin û ji ber wê jî kuştina jinan zêde dibe." 
 
Gefan li RJAK´ê jî dixwin 

Jîno Reşîd, bal bire ser xebatên RJAK'ê û got, "Ji bo perwerdekirina jinan û hişyarkirina jinan em têdikoşin. Em jinan bi rêxistin dikin. Heta astekê me pirsgirêkên jinan çareser kirine. Ji ber wê jî gefan li me dixwin. Di heman demê de ji aliyê civakî ve jî em zehmetiyê dikêşin. Naxwazin ku jin şiyar bibin.

Em jî dixwazin ku jin ji aliyê dîrokî ve şiyar bibin. Ji ber wê jî em bi xwe jî bi gef û tundiya hikûmetê re rû bi rû ne. Rê nadin çalakiyên me û em bi gef û êrişên wan re rû bi rû ne. Em pirr bi zehmetî karê xwe dimeşînin." 
 
Di mehekê de hezar û 42 gilî 

Jîno Reşîd wekî din got, giliyên jinan li ber çav nayên girtin û wiha pê de çû: "Li gel rêxistinên jinên Başûr xebateke me ya hevbeş heye. Tenê di mehekê de hezar û 42 gilî li cem  me hatin kirin. Her mehê ev jin dubare miracaet dikin. Her meh, ev hajmara jinan zêde dibe. Li gorî daneyan par, nêzî hezar jinî hatine qetilkirin. Ji derveyî vê di nava meha bihurî de dest avêtin 16 jinan. Sedema vê şidetê ya sereke jî mela ne. Li ser medyayên civakî kanalên wan hene. Bi her awayî vê şidetê belav dikin; 'Divê zilam li hemberî jinê çawa be, jina ku şerpa nade serê xwe divê ew çi bikin? Li dijî jina ku bersivê dide gotina mêr divê çi bê kirin?' Li vir pirr mele hene û ev mele jî bi hişmendiya DAIŞ'ê şideta li dijî jinê birêxistin dikin. "

NAVENDA NÛÇEYAN