• Dewleta Tirk doh li Şengalê nexweşxaneya li Sikênê ji êrişên xwe re kir hedef. Piştre jî welatiyên çûn bi hewarê ve jî bombebaran kirin. Iraq a ku serweriya wê hat binpêkirin jî hîç dengê xwe nekir.

Dewleta Tirk li Şengalê, nexweşxaneya gundê Sikêniyê bombebaran kir. Dewleta Tirk a dagirker, bi rengekî welê êriş kir ku karibe nexweş û birîndaran bi temamî qir bike û kesên bi hewarê ve diçin jî nehêle.

Heta ku nûçeya me hat amadekirin, herî kîm 5 caran heman dever û derdora wê hat bombekirin. Li deverê şehîd û birîndar hene, lê agahiyên iseh gava nûçeya me dihat amadekirin, hîna bi dest neketibûn. Xelkê hewl dida birîndaran ji bin kavilên nexweşxaneyê derxînin, lê li ser wan jî balefirên dewleta Tirk digeriyan. Dewleta Tirk pêr jî li navenda Şengalê êriş biribû ser wesaîtekê û fermandarê YBŞ´ê Seîd hesen û şervanê YBŞ´ê Xwedêda Îsa şehîd kiribûn.

Qirkirinê dewam dikin
Dewleta Tirk a dagirker pîvanên mirovî binpê dike, bi awayekî hovane êrişî nexweşxaneya li Şengalê kir, welatiyên ku bi hawara birîndaran ve çûn jî bûn hedefa dewleta qirker. Dewleta Tirk eşkere sûc li dijî mirovahiyê kir yanî eşkere qirkirina li dijî Êzîdiyan dewam dike. Lê hem Iraq a ku serweriya wê bûye moxil, û dinyaya mayî bêdeng e.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, piştî ku pêr welatiyê Iraqê, fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û biraziyê wî Xwedêda Îsa şehîd kir, doh jî nexweşxane kir hedef.

Li pêş çavên dinyayê dewleta Tirk êrişî Nexweşxaneya gundê Sikêniyê yê başûrê çiyayê Şengalê kir.

Li ser sûc sûcekî din 
Piştî êrişa yekê, xelkê deverê hewl da ku birîndaran ji avahî derxîne, lê balafiran careke din êriş kir. Li ser van herdu êrişan welatiyan xwest xwe bigihînin nexweşxaneyê û birîndaran rakin, lê dever cara sêyem hat bombebarankirin.

Di êrişê de avahiya nexweşxaneyê hilweşiya.
Piştî sê êrişan, welatiyan karîbû hinekê xwe nêzî nexweşxaneyê bikin û birîndaran veguhezinîn nexweşxaneyên din.

Ji ber êrişên hovane, heta niha derbarê şehîd û birîndaran de agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Êrişan jî dewam kir û bi temamî 5 êriş pêk hatin.
Gelê Şengalê ku xwe gihandiye cihê êrîş hêrs û nifrîna xwe anî ziman.

Nifirên dayikên Şengalî
Dayikên ku piştî bombebarana nexweşxaneya gundê Sikêniyê ya Şengalê çûn cihê êrişê, hêrsa xwe ya li dijî dewleta Tirk a dagirker û hov anîn ziman.

Yekê ji dayikan nifir li dewleta Tirk kirin û got, “Em ji fermanê filitîbûn, hûn çi ji me dixwazin ku her roj wiha li me dikin? Xwedê mala we mîrate bike. Wijdan nemaye, dîn nemaye. Harwar e herçar aliyên me dijmin in.”

Pêr jî di dema serdana Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî ya Mûsil û Şengalê de êrişa li dijî fermadarê YBŞ´ê Şehîd Seîd Hesen pêk hatibû, lê Iraqê fermî ti nerazîbûn nîşan nedabû. Li ser êrişa li dijî jî heta niha dijî êrişê helwêstek nehatiye nîşandan û cîhan jî bêdeng e.

ŞENGAL