• Bafil Talabanî li Bexdayê ji Iraq Oil report re peyivî û got, ji ber ku PDK´ê YNK ji pêvajoya bioryardayîna li ser sektora gaz û petrolê derxistiye, ew li şirîkatiyên bi Bexdayê re vekirî ye.  

Rojnamevan Lizzie Porter ji bo Iraq Oil Reportê bi serokê Yekîtiy Nîştimaniy Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî re li Bexdayê li ser rewşa gaz û petrola Kurdistanê û tesîra dubendiya li nava Kurdan de li gaz û pûetrola Kurdistanê peyiviye. Ji ber ku PDK´ê YNK ji pêvajoyên biryardayêna li ser sektora gaz û petrolê derxistiye, li gorî hevpeyvînê Bafil Talabanî niha li şirîkatiyeke bi Bexdayê re vekiriye.   

Hevpeyvîn, nexasim jî ji ber ku deverên derxistina gazê yên herî muhim ên Iraqê li Silêmaniyê ne, û YNK ya Bafil Talabanî Silêmaniyê kontrol dike, giring e. 

Li aliyê din Bafil Talabanî di dubendiya di navbera YNK û PDK´ê de jî yek ji fîgurên sereke ye. 

Bi ya Lizzie Porter, xirabûna têkiliyên bi PDK´ê re dike ku nexweşi di meseleya danûstandinên li gel hikûmeta navendî de derkevin holê. Ev jî dike ku jêhatîbûna serbixwe birêvebirina sektora petrol û gazê ya aliyên Kurdistanê kêm bibe.  

 

PDK budceya ji bo Silêmaniyê asteng dike

Di hevpeyvîna li mala Celal Talabanî yê rehmetî ya li Bexdayê de Bafil Talabanî ji Lizzie Porter re dibêje, PDK budceya para Silêmaniyê ye asteng dike. Ew dibêje hikûmeta li Hewlêrê halê hazir “gelekî siyasî” bûye. Di dewamê de meseleya budceyê jî wiha rave dike: “De facto rêveberiyên cêwî hene; lewma ew li bendê ne ku Silêmanî, Silêmanî fînanse bike.”

 

Dubendiyan wan derb li Kurdistanê xist

Ev mesele, ne ku tenê zirarê li YNK û Silêmaniyê dike. Jixwe Iraq Oil report jî bi bîr dixe ku ji vê dubendiyê, zirar li kar, xebat û xizmetguzariyên giştî yên “Herêma Kurdistanê” hemûyî dibe. Nimûneya wê jî, betalkirina çêkirina xetên lûleyê yên gazê bûn ji bo santralên elektrîkê yên bi gazê bixebitin. Ji ber dubendî û heta dijminatiya di navbera aliyan de, ev plan hatin betalkirin. Esas ev xetên lûleyên gazê, wiha hatibûn sêwirandin ku paşê, wextekî ji bo gazê bifiroşin Tirkiyeyê jî bi kêr werin.  

Wezareta Çavkaniyên Xwezayê ya hikûmeta Hewlêrê, di vê projeyê de îhale da şirketa bi navê KAR Group, yanî şirketeke [nêzî] PDK´ê. YNK´ê jî nehişt ev şirket xwe bigihîne herêmên kilîd di hilberîna gazê de. Ji hingê ve proje hatiye cemidandin. 

 

Heqareta li gel

Di hevpeyvînê de Bafil Talabanî eşkere dibêje ew li dijî projeyê ye. Sedema wî jî ew e ku ti pêvajoya îhaleyê çênebûye: “Şirketa KAR Groupê peymana îhaleyê heq nekir. Îhale tenê dane wê. Qewmîna van tiştan, heqaretek e ku li gelê Kurdistanê û Iraqê hatiye kirin.”

 

Şirîkatiya bi Bexdayê re?

Bafil Talabanî wekî din got, ew dixwaze di meseleya sektora enerjiyê de bibe beşek ji biryaqrdayîna stratejîk. Lê rewşa niha welê ye ku PDK´ê reqîbê xwe yê siyasî yanî YNK ji van pêvajoyên biryardayînê kiriye der. 

Bafil Talabanî jî ji ber vê yekê, difikire ku li Hewlêrê hevkarekî ku ew baweriyê pê bîne nîne. Encama ku Bafil Talabanî ji vê yekê digihîjiyê jî ew e ku li hevkar û şirîkên din bigere: “Ez fêm nakim, çima mirov nexwaze bi Bexdayê re kar bike. "Besra hezar caran ji tevahiya Kurdistanê dewlemendtir e. Tenê Besra. Û heger niha serokwezîr, were bibêje, ´Bafil ka çaydankê xwe yê piçûk deyne ser vê sifrê û tu dikarî bibê beşek ji vê sifreya mezin, tevî Besrayê,´ bi ya min ev bazareke gelekî baş e.” 

NAVENDA NÛÇEYAN