Dijmin wê li hatina Zapê poşman bibe

Duşem 30 Çile 2023 - 01:59

HEBÛN FEDAKAR/ANF/BEHDÎNAN

 

Piştî ku dewleta Tirk dest bi êrişên dagirkeriyê yên li ser qada Zapê kir, gerîlaya YJA Starê, Adar Argeş jî mîna hevrêyên xwe, di nava Tîmên bi Tevger de cih girt û li dijî dagirkeran Kurdistan parast. Gerîla Adar ji destpêka şer ve, derbên giran li dagirkeran xistin û bi berxwedana xwe dagirker xistin rewşeke bê tevger. Adar Argeş a ku di encama êrişên dijmin de birîndar bû, dest ji hevrê û çeperên berxwedanê berneda û heta nefesa xwe ya dawî têkoşiya. Gerîla Adar mîna fermandareke tîmên bi tevger, dixwest bibe dengê hevrê û gelê xwe û bi çalakiya ku 25’ê Mijdara 2022’yan pêk anî, dagirker têk birin û tevlî karwanên şehîdên nemir bû.

 

Li hemberî gerîla têk diçin

Gerîlaya YJA Starê Adar Argeş beriya ku şehîd bibe, wiha qala berxwedana li dijî dijmin dike, “Dijmin bi navê operasyona ´Pençe-Kîlît´ êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, lê ew bi xwe kîlît bûn. Mîna êrişên li ser Metîna, Zap û Avaşînê, ev êriş jî bi berxwedana hevalan hat pûçkirin. Dijmin çiqas êriş bike, bila bike, wê encam negire. Dewleta Tirk a dagirker dema ku dest bi êrişên xwe kirî, li hemberî berxwedana hevrêyên me bê çare maye û ji destpêka operasyonê û vir ve, tevî ku êrişên dijwar pêk tîne, hemû êrişên wan hatine pûçkirin. Hevrêyên me ji bo parastina xaka Kurdistanê, êrişên kîmyewî jî di nav de li dijî her cûre êrişan canê xwe danîne holê û berxwedaneke ku di dîrokê de mîna wê nehatiye dîtin, raber dikin. Di tunelên şer de li dijî çekên qedexekirî, destanan dinivîsînin.

 

Heta tolhildanê wê çalakî bidomin

Çalakiyên tên kirin, ji bo tolhildana şehîdan e. Hemû êrişên dijmin wê biryardariyek mezin bên pûçkirin û heta ku em tola hevrêyên xwe yên şehîd distînin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Dijmin wê poşman bibe ku hatiye Zapê. Xwediyê van xakan em in, gelê me ye. Li ser xaka Kurdistanê cih ji dagirkeriyê re nîne, çi dibe bila bibe em ê wan ji vê xaka pîroz derxînin.”

Gerîlaya YJA Starê Adar Argeş, 25’ê Mijdara 2022’an tevlî operasyona şoreşgerî ya li Girê Cûdî û Girê FM bû. Di vê operasyonê de 19 leşkerên dijmin hatin kuştin. Gerîla Adar bi hevrêyên xwe Heqî û Eylem re tevlî karwanên şehîdan bû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.