Dijî Kurdî çavnebariya bi çavsorî didome

Yekşem 22 Îlon 2024 - 16:09

  • Pêla êrîşên sîstematîk ên li ser Kurdî û çanda Kurd ji alî rêveberiya Tirk ve didomin. Eva pêlek e ku dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP-MHP’ê  êrîşên xwe yên li ser Kurdî zêde dike û çavê wan li peyveke Kurdî ya ji bo hişyariya trafîkê jî barnabe.

Vê carê jî li navçeya Depê peyva ‘Hêdî’ ya ji bo hişyariya trafîkê hate jêbirin. Beriya niha jî li bajarên weke Wan, Amed, Mêrdîn û Êlihê bi rengekî sîstematîk bi fermana Wezareta Karê Navxwe nivîsên Kurdî bi kontrola polîsên Tirk hatibûn jêbirin. 
Li dijî vê çavnebariya bi çavsorî ya Tirk li gelek bajaran Kurdan helwest nîşan dabû û diyar kiribûn ku ew ê li ber van êrîşên li ser çand û zimanê Kurdî serê xwe netewînin û dev ji ziman û çanda xwe neqerin. MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.