• Yek ji taxên ku berxwedan lê bilind bûye Xaçort e û bi hişbirê veguheriye qada şerê taybet. Şêniyên taxê wiha gotin: “Ev ne tesaduf e. Şêniyên vir welatparêz in û hedef tên girtin. Divê li taxan komun bên avakirin. Her kes ji kolana xwe berpirs be wê pirsgirêk bê çareserkirin. Divê li dijî hişbirê têkoşîn bê dayîn.”

Yek ji lingê polîtîkaya şer ku ji aliyê dewletê ve tê meşandin polîtîkaya şerê taybet e û bi vê li Kurdistanê çetebûn, tiryak û fuhuş tê pêşxistin. Bi polîtîkaya tê meşandin taxên bi berxwedanê tên zanîn hedef tên girtin û vediguherînin qada şerê taybet. Yek ji van taxan a Xaçort a Wanê ye.

Li gorî agahiyên ji taxê hatine girtine dora dibistana Lîseya Anadolu ya Teknîk û Pîşeyî ya Van Golu, Dibistana Seretayî û Navîn ya Dumlupinar, Dibistana Navîn a Fevzî Geyik bi şev dibe qada firotina tiryak û bikaranîna wê. Bi taybet li kolanên ku lambe tune ne tiryak tê bikaranîn. Şêniyên taxê diyar kirin ku polîs bi şev li taxan digerin lê mudaxaleyê bikaranîna tiryakê nakin.

Şêniyên taxê der barê mijarê de axivîn.

Behiye Bor da zanîn ku taxa Xaçortê berê taxa berxwedanê bûye û wiha got: “37 sal in li vê taxê dijîm. Niha bi polîtîkayên şerê taybet tiryak xistine taxê. Rihê berê yê berxwedanê tune ye. Bi şev tiryak tê firotin. Zarokên 6-7 salî jî êdî bikar tînin. Em bi şev newêrin derketin derve. Em ditirsin ku zarokên me fêrî hişbirê bibin. Dewletê rê li ber vê vekiriye. Polîs li taxan digerin lê tiştekî nakin. Hewl didin zarokên malbatên welatparêz bikin nav lepê tiryakê. Li dora mala me zarok bi kar tînin. Riya çareseriyê wê bi aştiyê pêkan be.”

Ayten Sarigul jî destnîşan kir ku 34 sal in li taxê dijî û wiha anî ziman: “Taxa me bi kevneşopiya berxwedanê tê zanîn. Niha veguheriye qada şerê taybet. Ev tiştên tê jiyîn ne tesaduf in. Taxa welatparêzan bû. Lê hedef girtin û niha mirov nikarin lê bijîn. 10 sal berê ne wisa bû. Em niha ditirsin zarokên xwe bişînin kolanan. Niha zarokên 6 salî jî dikevin nav lepê tiryakê. Li vir pir zêde tê bikaranîn. Kî pêşenigiya vê dikin em nizanin. Ji taxê jî kesan dikin nava xwe. Bi hevkariya wan difroşin. Ewil wek cigare didin zarokan piştre tiryakê didinê. Li kafeyan jî fuhuşê dikin. Polîs û pisporên çawî li kafeyan jinan dixapînin.” JINNEWS/WAN/ROZERÎN GULTEKÎN