RONÎDA HECÎ/JÎNHA/HESEKÊ

 

Sîstema perwerdehiyê ya netewe dewletê û sîstemên serdest li ser esasê avakirina hişmendiya xwe û çêkirina kadroyên xwe yên li ser heman sîstema desthilatê ye. Xwendekar û mamoste xistine nava avahiyeke teng û bernameyên perwerdehiyê li ser esasê berjewendiyên desthilatê tên amadekirin û xwendin. Ev, yek jî modelên klasîk ên perwerdehiyê ye. Ew xwe dispêre sîstema serdest a heyî. Ev sîstem jî hindikahiyan qebûl nake û sîstema yek ziman a perwerdehiyê li ser hemûyan ferz dike û perwerdehiya zimanê dayikê ji bo her pêkhateyê nayê qebûlkirin.

Yek ji destketiyên herî bi nirx ên Şoreşa Rojava, sîstema perwerdekirina nifşên nû ya li ser Modela Neteweya Demokratîk e. Rêber Abdullah Ocalan weke modela nûjen a serdemê wê dinirxîne û avakarê vê modelê ye. Ev modela nû ji bo sîstema kevn û klasîk a hişmendiya desthilatê bû yekane alternatîfa xwendina nifşên nû.

 

Di nav şer de avakirina pergalekê

Di pêvajo û qonaxên herî giran ên şoreş û ji nû ve avakirinê de, sîstema perwerdehiyê li Rojavayê Kurdistanê bû yek ji xalên herî esasî. Li aliyekî şer li aliyekî ji nû ve avakirin. Tevî kêmbûna derfetan û êrişên dagirkeriyê sîstema perwerdehiyê gavên mezin avêtin û bi pêş ket. Ev modela nû ya perwerdeyê, bû alternatîfa perwerdehiya sîstema li ser hişmendiya yekperestî û mêrsalarî. Lewma bi wê perwerdehiya sîstemna li ser esasê yekperestî û mêrsalarî civak nayê avakirin û nûjenkirin. 

Di nava sîstema neteweya demokratîk de pêkhate hemû dikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin. Di nava sîstema perwerdê ya li ser esasê modela exlaqî û polîtîk de pêkhateyan hemûyan xwe dît. Malbatan bi kêfxweşî zarokên xwe şandin dibistanên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

 

Kesên xêrnexwaz hene

Her ku gavên pîroz hatin avêtin û bipêşketin li dibistanan derketin, di serî de rejîma Bees û hinek aliyên li gorî berjewendiyên civaka xwe tevnagerin, li ber vê sîstemê rabûn. Van aliyên xêrnexwaz û naxwazin bi zimanê dayikê perwerde bê kirin, îdîa kirin ku ders ne têrker in û mamoste nikarin zarokan perwerde bikin. Ji bo wê, di serî de rejîm û ew alî tim ketin nava hewldanan ji bo têkbirina vê sîstema perwerdehiyê.

 

Dibistan bûne baregehên leşkeran

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sed hezaran welatiyên Serêkaniyê û Girê Spî koçberî herêmên din bûn. Bi temamî sîstema perwerdehiyê ya li ser xetên sînor rawestiya. Li Kantona Hesekê li gelek dibistanan xwendin û çûyina dibistanan rawestiya. Ji ber êrişan li gelek dibistanan perwerde sekinî û koçber lê hatin bicihkirin. Dibistanên li xetên sînor jî ketin bin dagirkeriyê û bûn navendên leşkeran û êşkenceyê. Qadên perwerdehiyê bûn baregehên leşkerî. Ji bo xwendekar ji sîstema perwerdehiyê ya sala nû 2021-2022’an bê par nemînin li Kampa Serêkaniyê ji bo koçberan dibistan hatin vekirin. Rejîm xwe li vê yekê ranagire û tim ji bo vê sîstemê belav bike, dikeve nava heldanan û fitneyê dike.

 

3 hezar û 596 xwendekar ji xwendinê bêpar in

Bi êrişên dijwar ên esmanî, hawan û topbaranê yên ji 19’ê Mijdara 2022’an ve dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin, dibistan û gelek navendên jiyanî yên civakê bûn hedef û hatin rûxandin.

Li gorî daneyên Rêveberiya Dibistanan a Kantona Hesekê, li Hesekê bi giştî hezar û 82 dibistan hene û 81 hezar û 805 xwendekar diçin van dibistanan û di astên seretayî, navîn û amadeyî de dixwînin. Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ji sala 2019’an ve 61 dibistan hatine dagirkirin û rûxandin, 3 hezar û 596 xwendekar jî ji xwendinê bêpar mane.

Tevî êrişan û zehemtiyên jiyanî jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi israr sîstema xwendinê bi cih dike û derfet ava kirine ji bo perwerde bê kirin.