Berdevkê Rûspiyên Minbicê Mihemed Sadiq El-Isêdî diyar kir ku dewleta Tirk gelê Sûriyê tî dihêle, da ku li Sûriyê planên xwe pêk bîne û projeya rêveberiyê têk bibe.
Ji 27`ê Çileya derbasbûyî ve dewleta Tirk a dagirker rêjeya para Sûriyê ya ji ava çemê Firatê kêm kiriye. Li gorî lihevkirina li ser parvekirina ava çemê Firatê ku sala 1987’an di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de hatibû îmzekirin, divê Tirkiyê di saniyekê de 500 metrekûp ava çem bide Sûriyê, lê tenê 200 metrekûp dide.
Der barê mijarê de, Berdevkê Rûspiyên Bajarê Minbicê Mihemed Sadiq El-Isêdî axivî û got: “Dema ku kufletên malekê li hev nekin, cîranên xerab sûdê ji vê yekê digirin, pirsgirêka Sûriyê jî ev e ji ber ku yekitiya wê tune ye, dewleta Tirk ji vê yekê sûdê digire.”
Mihemed Sadiq El-Isêdî destnîşan kir ku dewleta Tirk tevahî cûreyên sûcan li djiî gelê Sûriyê pêk tîne û got; “Piştî ku destwerdana wê ya leşkerî di Sûriyê de bi bin ket, dest bi qûtkirina avê kir.”
Divê qada cîhanî bi rola xwe rabe
Fermandariya Giştî ya Cebhet El Ekrad bang li civaka navneteweyî kir ku nehêle dewleta Tirk avê weke çeka şer bi kar bîne û got: “Em bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Meclîsa Ewlehiyê û hemû rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku bi rola xwe ya mirovî, exlaqî û qanûnî rabin, avê bigihînin şêniyên Hesekê û bihêlin ku para Sûriyeyê ji ava çemê Firatê derbas bibe. Ji ber ku ev kiryar wê pêkanîna çareseriya siyasî li Sûriyê asteng bike û aloziyê kûrtir bike.
Ji ber nebarîna baran û kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişkesalî heye û di encamê de mewsima çandiniyê di xisarê de ye. Şênî ji bo vê xisara xwe kêmtir bikin, zadê xwe yên bi makîneyan diçinîn bi destan diçinin. n
ANHA/QAMIŞLO