Di qefesan de mafê lawiran tên binpêkirin

Yekşem 7 Îlon 2025 - 16:15

  • Zêdetirî 30 cureyên lawiran ên li hewşa malekê di qefesên teng de tên girtin, di nava şertên ne guncav û germahiya dijwar de bangî wijdana mirovan dikin. Xwediyê sewalan û saziyên eleqedar jî hevûdin tawanbar dikin.

Li dewara Sîvan a li naverasta bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hewşa malekê ku bi lawirên di qefesan de hatiye dagirtin, balê dikişîne. 

Welatiyê bi navê Nûbar Xidir, ev hewş di bin navê “bexçeyê lawiran” de amade kiriye. Li gorî gotina wî, hewş di 1’ê Mijdara 2023’yan de bi kirê girtiye û qaşo wekî baxçe bikar tîne. Lê qasî tê dîtin tu pîvanên danezanên mafên lawiran ên navnetewî û baxçeyên lawiran li ber çavan nehatine girtin.

Di hewşê de 30 cûreyên lawiran ên weke şêr, gur, rovî, pisîk, kûçik, hesp, bizin, xezal, pezkovî, mar, meymûn, kêvroşk, filamîngo, teyrên tawûs, werdek, teyr, hêştirme, hemstir hene. 

Dema mirov dikeve hewşê, bi dîmenekî nexweş re rû bi rû dimîne. Lawirên ku di qefesên teng de hatine bicîhkirin, di şertên nebaş û germahiya zêde de dilê mirov diêşînin. Taybet jî rewşa şêr, rovî, gur, pisîk, mar, filamîngo, xezal, pezkoviyan, kûçikan nebaş e.

Nûbar Xidir diyar kir ku ew lawiran ji Başûrê Kurdistanê tîne û di Deriyê Sînor ê Sêmalka re derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Li gorî Nûbar lawir di rê de demek dirêj dimînin, lewma bi bandora rewşa hewayê jî, nexweş dikevin. Dema lawir ji sînor derbas kirine, di navbera 600-1000 dolarî de gumrik daye. Lê piştî derbasî herêmê hatine kirin, tu pîvanên din ên ji bo lawiran nehatine bicîhanîn.

Nûbar, hewş li gorî xwe wekî baxçe çêkiriye, lê tu dîmenekî wisa nîn e û ji ziyareta mirovan re vekiriye. Li gorî ew dibêje salane 35 hezar dolar li kirê, elektirîk, xwarin, destheqê 5 karmendên li hewşê bi lawiran re mijûl dibin, wesayîtan xerç dike. Ji kesekî ku hewşê ziyaret dike jî 5 hezar Lîreyê Sûriyeyê digire. Nûbar dibêje ku rojane nêzî 200 kes tên ziyaretê.

Nûbar dibêje ku ew rojê sê caran xwarinê didin lawiran, dema cihê wan qirêj dibe jî bi avê paqij dikin. Di demên nexweşiyan de jî gazî beytar dikin.

Beytarê bi navê Cabir Osman ku lawiran dinêre, diyar kir ku dema lawir nexweş dikevin, xwediyê baxçe gazî wî dike û ew jî diçe li lawiran dinêre. Lê ji bo lawiran raporên tenduristiyê nehatine amadekirin. Her wiha li hewşê tenê beton û qefes hene.

Piştî hevdîtina Nûbar re me mijar ji Beşa Rûxsetan a Şaredariya Qamişloyê pirs kir. Lê rayedaran diyar kirin ku ruxseta hewşê nehatiye girtin û haya wan jî bi hewşek wiha tune ye. Rayedaran gotin ku ew ê li ser mijarê bisekinin, lê ew tenê dikarin bi mijara ruxsetê re mijûl bibin û divê beşa ekolojiyê bi mijarên din re eleqedar bibe.

Derbarê mijarê de me serî li agahiyên Hevserokê Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Îbrahîm Eshed jî da. Îbrahîm Eshed got:  “Nivîsgeha me ya şopandina biyolojîk û jîngehê dê rewşa lawiran bişopîne û raporekê li gorî rewşa wan amade bike. Em ê li gorî wê rewşa lawiran binirxînin û encaman parve bikin”. ANHA/QAMIŞLO/BÊRÎTAN ÎRLAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.