Di bin siya balafir û qalekolan de

Pêncşem 21 Tebax 2025 - 03:40

Zozanên li herêma Çiyayê Kato Marînosê ku di navbera navçeya Elkê ya Şirnexê û Colemêrgê de ye, bi salane bi hinceta “Ewlehiyê” qedexe ne. Di vê pêvajoyê de gelek qalekol li zozanên Mergênsotî û Kejanê hatin avakirin û vê jî kir ku koçerên li herêmê bi rehetî nekarin tevbigerin û nekarin pezê xwe biçêrînin. Tevî pêvajoya ku piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber APO destpêkirî jî ev qedexe hêj berdewam in. Bêrîvanên li herêmê gotin ku gelek caran neçar dimînin ku di bin zexta leşkeran û di bin siya balafirên şer de ajalvaniyê bikin. Bêrîvanan, diyar kirin ku tevî hemû astengiyan jî ew ê zozanên xwe neterikînin û hêviya xwe ya ji bo aştiyê jî diparêzin. 

Bila leşker xwe vekişînin 

Ji bêrîvanan Hamaîl Cîn, anî ziman ku hêj jî bi dengê balafirên şer dest bi roja xwe dikin û got:“Em di bin siya leşkeran de ajalvaniyê dikin. Heke zozanên me serbest bibin, heke ev qedexeye rabin, heke em bikarin pezê xwe bi rehetî bibin her derê, wê demê em ê ji pêvajoyê bawer bikin. Madem PKK’ê çekên xwe berda, wê demê bila leşker xwe ji vir vekişînin. Heke xwe ji vê derê vekişînin wê demê dê her tişt xweştir bibe.” 

Baweriya me bi Ocalan heye 

Hatun Durmuşê jî nerazîbûn nîşanî qalekol û quleyên li zozanan hatine avakirin da û got:“Em qebûl nakin ku leşker hêj li zozanên me bin. Heke kontrolên leşkeran û qule nebin, wê demê em ê bi rehetî ajalvaniyê bikin. Em dixwazin ev qereqol û qule li zozanên me bên derxistin. Ji bilî vê hêviya me ji pêvajoyê heye. Ji ber ku baweriya me bi birêz Abdullah Ocalan tê. Em dixwazin birêz Ocalan jî di demekî nêz de azad bibe.” 

Li gelek cihan mayîn hene 

Husna Ataman jî anî ziman ku aştî bi rakirina qedexeyan, bi valakirina girtîgehan û azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêkan be û got:“Daxwaza me ya herî mezin ew e ku birêz Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Heke aştî çêbibe, wê qedexe û zexta li ser zozanên me jî rabe. Em dixwazin aştî were Rojava jî. Ji ber vê zilm û zextê em koçber bûn û ji hev belav bûn. Ji ber vê jî em aştiyê dixwazin. Zozanên me yên me ne lê tu caran hizûra me çênebû. Li van zozanan tevgereke me ya herî biçûk jî ji hêla leşkeran ve tê astengkirin û ji me re dibêjin ‘hûn li wir çi dikin, we çi veşart.’ Zilmekî wiha heye û hêj berdewam e. Ji ber ku hêj li gelek cihan mayin hene em nikarin biçin wan deran û pezê xwe bibin. Em dixwazin ev qedexeyên ser zozanên me rabin.” Esmer Durmuşê jî got ku tevî zehmetiyan jî hêviya wan a ji bo aştiyê heye û got:“Em dixwazin li zozanên xwe azad bijîn. Bila hizûra me hebe. Em dixwazin bi rehetî, bi serbestî li zozanên xwe bigerin û bijîn. Em ji vê pêvajoyê bawerin û hêviya me aştî ye.” 

MA/ZEYNEP DURGUT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.