Dewreya perwerdeyê bi dawî bû
În 2 Kanûn 2022 - 03:02
Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Baz Mordem a li Akademiya Şehîd Selam a 20 Endamên Fermandariya Asayîşa Êzîdxanê ji bo bipêşxistina kar û xebatên asayîşê ji bo birêvebirina herêman û bipêşxistin dîsiplîna leşkerî dewreyeke perwerdeyê ya bi navê şehîd Baz Mordem li Akademiya Şehîd Selam a Asayîşa Êzîdxanê bi dawî kir.
Ji her devera Şengalê, endamên di asta rêveberiya Asayîşê de ji bo birêvebirina asayîşê, tevlî perwerdeyê bûn. Di dewreyê de ku 40 rojan dewam kir, li ser dîroka Êzîdxanê, erk û berpirsiyariya li ser ciwanên Êzîdî ji bo parastina herêmê û displîna leşkerî ders hatin dayîn.
Dewreya Perwerdeyê bi merasîmeke leşkerî li Komelgeha Duhla ya Şengalê bi dawî bû.
ROJNEWS / ŞENGAL