Di doza kuştina Medenî Yildirim de cara diduyan biryara beraetê ji bo leşkerê Tirk, Adem Çîftçî hate dayîn.
Li Hêzana Licêya ser bi Amedê, di 28’ê Hezîrana 2013’an de di protestokirina çêkirina qaleqolê de leşkerê Tirk fîşek li çalakgeran reşandibû û Medenî Yildirim ê 19 salî kuştibû. Derbarê leşkerê Tirk Adem Çîftçî de bi hinceta ‘bi qestî mirov kuştiye’ doz hatibû vekirin.
Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 7’an a Amedê hate kirin. Bersûc Adem Çîftçî tevlî dozê nebû û parêzerê wî Kasim Kûtboga bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû.
Heyeta dadgehê derbarê dozê de cara diduyan biryara beraeta Adem Çîftçî da. Berê jî di heman dozê de ji bo Çîftçî 18 salan cezayê hepsê hatibû xwestin, lê biryara beraeta wî hatibû dayîn.
Di sala 2018’an de biryara beraatê di lêkolîna Dadgeha Îsnîtafê de hatibû betalkirin û doz dîsa li Dadgeha Cezayê Giran a 7’an a Amedê hatibû vegerandin.
AMED