Dadgeha Trîbûnal a Tirkiyê, wê ji hêla êşkence, azadiya çapemeniyê, cezanekirinê, serxwebûna darazê û sûcên li dijî mirovahiyê, dewleta Tirk dadgeh bike. Danişînên dadgehê di navbera 20 û 24'ê Îlonê de wê li Cenevreyê wê pêk bên.
Dadgeha Trîbûnal a Tirkiyê ji bo sicîla dewleta Tirk bi hevkariya Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Navneteweyî bi tevlîbûna hiqûqnasên navdar ên hiqûqa navneteweyî pêk tê. Di rûniştinan de ji Tirkiyê jî wê şahidên girîng hazir bin.
Dadgeh wê bi seroktiya alîkarê serokê berê yê Dadgeha Mafê Mirovan û Profesorê berê yê Zanîngeha Katolîk a Louvainê Prof. Em. Dr. Françoise Barones Tulkens rûne.
Dadgeha bi dirûşmeya, ''Ji ber ku bêgavî dijminê herî mezin ê mafê sereke yê mirovan e'' kom dibe. Pêşî wê Rektorê Zanîngeha Cenevreyê Prof.
Dr. Fluckiger Yves û Serokê Dadgehê Tulkens biaxivin.
Raporên li ser 'Li Tirkiyê êşkence'', ''Li Tirkiyê revandin'', ''Li Tirkiyê azadiya çapemeniyê'', ''Li Tirkiyê cezanekirin'', ''Li Tirkiê serxwebûna darazê û xwe gihandina dadê'' li ber heyeta dadgehê û haziran bên xwendin. Derheqê her raporê de li şahidan wê were guhdarîkirin. Mehmet Alp, Eren Keskîn, Mustafa Ozben, Gokhan Guneş, Meltem Oktay, Tulay Açikkolu, Barbaros Şansal, Faysal Sariyildiz, Hasan Dursun jî di nava 15 şahidan in.
Dadgeh roja înê bi ragihandina biryara Şandeya Dadgehê wê bidome û bi axaftina Rektorê Zanîngeha Ghendê Prof. Dr. Rik Vande Walle û Serokê berê yê Komîsyona Mafê Mirovan a NY'yê, Endamê Lijneya Rêveber a Dadgeha Trîbûnal a Tirkiyê Prof. Em. Dr. Marc Baron Bossuyt bi dawî bibe.
Dadgeha Trîbûnal rêbazeke wiha ye ku ji bo rejîmên weke Tirkiyê otorîter û dîktatorî tê bikaranîn.
Temamê bernameyê li ser malpera Dadgeha Trîbunal a Tirkiyê heye:
https://turkeytribunal.com/events/schedule-of-the-2021-session-geneva-switzerland/
NAVENDA NÛÇEYAN