Dewleta Tirk li ser sînor 30 kes qetil kirine

Pêncşem 14 Cotmeh 2021 - 01:06

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku ji destpêka 2021’ê ve leşkerên dewleta Tirk 30 sivîlên ji Sûrî qetil kirine, di nava wan kesan de jinek û 8 zarok jî hene.

SOHR’ê da zanîn ku ji destpêka krîza Sûriyê ve hejmara welatiyên Sûriyê yên ku ji aliyên leşkerên Tirk ve li ser sînor hatine qetilkirin, 489 e, ji wan 90 zarok û 45 jin in.

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.