Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê çêl li gefên dewleta Tirk ên dagirkirina Bakurê Sûriyê kir û bang li aktorên siyasî kir da ku ji bo pêşîgirtina li trajediyan û destekkikrina aramkirina rewşê hewl bidin.

Mazlûm Ebdî di ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê re got, “Em mitale û endîşeyan dikin ji ber gefên Tirk yên ku tehlûkeya mezin e li bakurê Sûriyê. Her çi êriş bibe, wê wê Sûriyeyiyan parçe bike, krîzên nû yên insanî derxe holê, û xelkê resen ê deverê û koçberên li deverê yên nava Sûrî ji cih û warê wan bike. Aloziya nû wê tesîreke neerênî li şerê me yê li dijî DAIŞ´ê jî bike.

Em bang li aktorên siyasî kir da ku ji bo pêşîgirtina li trajediyan û destekkikrina aramkirina rewşê hewl bidin.”

NAVENDA NÛÇEYAN