FAHRETTÎN KILIÇ
MA/AMED
Hanim Turk ku polêsên dewleta Tirk a dagirker bi ser mala wê de girt û deriyê mala wê şikand, dibêje, polîsan bi kuçikan êşkence li wan kiriye û çek kiriye serê wê.
Di 20’ê Cotmehê de polêsên Tirk li Taxa Dîclekent a navçeya Peyasê ya ser bi Amedê, bi ser mala Faris û Hanim Turk de girtibû û deriyê mala wan şikandibû. Polês piştî ku ketibûn hundirû, bi kûçikan êrişî maliyan kiribû û li nava malê sehtî kiribû. Piştî vê sehtîkirin û lêgerînê polêsan Faris Turk kiribû nezaretê û ew bi xwe re biribûn Midûriyeta Polêsan a Amedê. Di heman rojê de dewleta dagirker li Amedê tevî wî 7 kesên din jî kiribûn nezaretê.
Hevjîna Faris Turk, Hanim Turk li ser êşkenceya hingê li wê, hevjîn û zarokên wê kirin, axivî. Turk dibêje, polêsan serê sibê bi ser mala wan de girtiye: "Dema polês ketin avahiyê, em bi dengê lingê wan şiyar bûn. Hatin carekê li derî xistin. Hevalê min got ‘derî neşikênin ez ê derî vekim.’ Lê derî şikandin û bi kûçikekî ketin hûndirê malê. Kûçikî êrişî hevalê min kir. Zarokên min û birayê min li odeyeke din bûn. Zarok tirsiyan û wan da qîran. Bavê wan jî got qey li wan dixin. Bezî çû cem wan. Lê polêsan li hevalê min xistin û birin odeyeke din. 9-10 polês ketin odeyê û derî bi ser wî de girtin.”
Êşkence li Hanim û Faris kirin
Hanim Turk, dide zanîn ku polêsan ew jî kiriye odeyeke din: “Çek xistin serê min û kûçik berdan min. Min li kûçik dixist, lê nedihiştin, çek xistin serê min û digotin ‘bela xwe li kûçikê me nede.’ Min bi destan xwe diparast, nedihiştin. Bi kûçik êşkence li min kirin. Li odeya din jî êşkence li hevalê min dikirin. Nêzî 9-10 polêsî li ser serê wî bûn, li erdê dirêj kiribûn û lê dixistin. Zarokên min ên 7 û 16 salî û birayê min jî dirêjî erdê kirin û kûçik di ser wan re meşandin. Polîs 2 saetan di malê de man û êşkencê dewam kir.”
Hanim Turk, destnîşan dike ku êşkenceya bi kûçik û helwêsta polêsên dagirker bandoreke nebaş li zarokên wê kiriye: “Rênas, hê jî bi şev ditirse, dide qîran, digirî.