• Sazî û rêxistinên hiqûqî û yên Êzîdiyan dibêjin, dewleta Tirk sûcên li dijî mirovahiyê yên qirkirinê dike.

Sazî û rêxistinên hiqûqî û yên Êzîdiyan dibêjin, dewleta Tirk sûcên li dijî mirovahiyê yên qirkirina etnîk û komî dike: “Tişta li gundê Basûfanê yê Efrînê pêk tê, hevkariya navneteweyî bi dagirkeriya Tirk re eşkere dike.”

Li ser xelkê gundê Basûfanê yê Êzîdî, ji çend rojan û vir ve tehlûkeyeke mezin heye. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker dor li gund girtine û dest bi revandin û kuştina xelkê gund kirine. Kesên ku qebûl nakin Misilman bibin tên kutin û revandin.

Li ser meseleyê, 25 sazî û rêxistinên hiqûqî û yên Êzîdiyan doh daxuyaniyek da û bang li saziyên hiqûqî û sivîl ên têkildar kirin da ku dest werdin meseleyê û sivîlên gundê Basûfanê yên Êzîdî ji hewldana qirkirinê ya çeteyên “Feyleq El-Şam” ên ser bi dagirkeriya dewleta Tirk, rizgar bikin.

Sazî bi bîr dixin ku berê hejmara xelkê gund ji 3 hezar û 500'î bêhtir bû lê niha ev hejmar daketiye 200'î û ete dixwazin sivîlên mayî jî bidinrevandin. Kesên revandî û navê wan hatinbe tesbîtkirin ev in: Basil Mamed Hisên (22), Samir Mamed Hisên (35), Dilbirîn Erebo (bi navê Ebo Dilo Erebo tê nasîn), Xezalê Menan Hisên (40), Rêzan Îbrahîm Erebo (22) û Riyad Elî Cûma (33).

NAVENDA NÛÇEYAN