- Bûyer li navçeya paytext Mogadîşûyêî Kahdayê qewimiye
Rojnamevanê Somaliyayî Hussein Mohamed, da zanîn ku hevalên wî yên rojnamevan Aweis Jilicow ê ji bo kanala 5TV dixebite, ji aliyê hêzên ku dewleta Tirk ew perwerde kirine, hatiye girtin û êşkenceyeke xirab li wan hatiye kirin. Ev hêzên hanê yên ku dewleta Tirk ew perwerde kirine, weke Haramad tên nasîn. Bûyer li navçeya paytext Mogadîşûyêî Kahdayê qewimiye. Rojnamevan Hussein Mohamed, bêyî ku navê wan eşkere bike, got, tevî Aweis Jilicow du rojnamevanên dinên ji bo Somali Cable jî kar dikin hatine girtin. Êşkence li wan jî hatiye kirin û ew jî tevî Aweis Jilicow li bajarê Kahda tên girtin. Rojnamevan ji bo şopandina bûyerên li vî bajarî piştî êrişa Şebab a li dijî qereqoleke polêsan, pêr çûbûn bajêr.
Piştî belavbûna nûçeyê û dîmenê rojnamevanan, Kanala SNTV îdîa kir ku polêsên êşkence li rojnamevanan kirine, hatine girtin û ketine ber lîpirsîneke dsîplînê. Kanalê neda zanîn ka rojnamevanên girtî hatine berdan yan na.
FRANKFURT