Dewleta Tirk bi destê çeteyên xwe yên AKP´yî, hevser û du kurên Emîne Şenyaşar dabûn kuştin. Çeteyên parlamenterê AKP´ê Ibrahîm Halîl Yildiz tetikkêşên dewleta Tirk bûn. Dayik Emîne Şenyaşar got, "Ên ku zarokên min kuştin, bi rehetî li Pirsûsê digerin. Me doza edaletê kir, em avêtin nezaretxaneyê."

Li navçeya Rihayê Pirsûsê, beriya hilbijartina giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an xizm û çeteyên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrişê de Hecî Esvet Şenyaşar û lawên wî Celal û Adil Şenyaşar hatibûn qetilkirin. 


Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku ji êrişê bi birîndarî rizgar bûbû, pitirpêr (çarşemê) bi daxwaza edaletê li ber avahiya AKP’ê ya Rihayê xwestin çalakiya rûniştinê bikin. Polêsan Emîne Şenyaşar û lawê wê kire nezaretê. Li Edliya Rihayê pêr bi şertê kontrola edlî, herdu hatin berdan.


Emîne Şenyaşar got, wê û lawê wê Ferît bi armanca ku kurê wê Fadil Şenyaşar ê niha girtî tê dadgehkirin, werin berdan û edalet ji bo wî pêk were, çalakiya rûniştinê li dar xistine: “Ji kurê min re 150 sal ceza tê xwestin. Yek ji miqabil girtî ye û tê xwestin were berdan. Me li ber AKP’ê bang û daxwaza edaletê kir. Lê em birin xistin nezarexaneyê. Em dixwazin edalet pêk were. Zarokên min û hevjînê min li dikanê û nexweşxaneyê kuştin. Min xwest dîmenên li nexweşxaneyê derxin. Çima dîmenên li nexweşxaneyê vedişêrin? Qatilên malbata min li Pirsûsê pirr bi rehetî digerin. Me edalet xwest, lê wan zext li me kir. Êdî bes e bila lawê min berdin. Kê zarokên min û hevjînê min kuşt? Ma yek kes bû? Zilmê li me dikin. Mifte li deriyê mala min xistin. Bila her tiştî derxin holê. Kurê min sê sal in di hepsê de ye.

Ev edaleteke çawa ye? Êdî bes e bila lawê min berdin.”
Ferît Şenyaşar jî destnîşan kir ku niha jî bi destê darazê dixwazin qetîama duyem pêk were û daraz jî bi fermana siyasî dixebite. Ferît Şenyaşar anî ziman ku wan li ber AKP’ê daxwaza edaletê kiriye û bi destgîrkirinê bersiv dane vê daxwaza wan rewa û demokratîk. Ferît Şenyaşar anî ziman ku tişta li hember wan tê kirin zilmeke mezin e û ji bo rûniştina dozê a 25'ê Kanûnê jî bang kir da ku tenê nehêlin hiştin.

MA/RIHA