• QSD: Em bang li hêza garantor Rûsya dikin ku berpirsyariyên xwe pêk bîne û binpêkirinên dewleta Tirk rawestîne.

 

Fermandariya Giştî ya QSD’ê komkujiya li gundê Sefawiyê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku binpêkirina mafên mirovan ji aliyê dewleta Tirk ve bişopîne. Meclisên kantona Qamişlo jî komkujiya ku dewleta Tirk li dijî malbatekê li Eyn Îsayê pêk anî şermezar kir û got ew sûc berdewamiya qirkirinê ye.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêr li gundê Sefawiyê yê rojhilatê gundewarê Eyn Îsayê li dijî malbatekê komkujiyek pêk anî û 4 kes ji malbatekê qetil kirin. Dayik û keçeke xwe jî bi giranî birîndar bûn.

Têkildarî mijarê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da. QSD`ê komkujî şermezar kir û teqezî bi mafê wan ê parastina rewa û parastina gel û herêmê kir.

‘Binpêkirinên dewleta Tirk rawestînin’

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye: “Dewleta Tirk a dagirker sûceke din li rêzesûcên xwe yên li dijî gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kir. Tankên dewleta Tirk duh (pêr) gundê Sefawiyê yê rojhilatê Eyn Îsayê yê tijî sivîl û koçberên Girê Spî, topbaran kir. Di encamê de 4 sivîl ji malbatekê şehîd bûn, ku 3 ji wan zarok bûn.

Ev sûcê hov teqez dike ku dewleta Tirk bi israr e ku şer û koçberkirina şêniyên herêmê yên resen bidomîne, da ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike. Dewleta Tirk bi vê yekê lihevkirinên berê yên bi dewletên herêmî yên têkildar re û di sêrî de Rûsya û Emerîkayê re, binpê dike.

Em vê sûcê şermezar dikin. Di heman demê de em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan û gelê xwe re dixwazin. Em bang li hêza garantor Rûsya dikin ku berpirsyariyên xwe pêk bîne û binpêkirinên dewleta Tirk rawestîne. Em teqeziyê bi mafê xwe yê parastina rewa û parastina gel û herêmên xwe li dijî wan destdirêjiyan dikin. Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku binpêkirina mafên mirovan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bişopînin û sûcdaran radestî dadgehên navneteweyî bikin.”

Gel komkujî rûreş kir

Sazî û meclisên Qamişlo, Amûdê, Girkê Legê, Tirbespiyê, Dêrik, Til Birak, Til Koçer û Til Hemîsê bi daxuyaniyan ev komkujî şermezar kir.

Meclisa bajarê Qamişlo li pêşiya meclisa bajêr daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisa bajêr Silêman Ebû Bekir ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan û azadiyan hate kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û dewleta Tirk bisekinînin

Siyaseta qirkirinê

Meclisa navçeya Amûdê jî daxuyaniyek li pêşiya meclisa navçeyê da. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisê Mihemed Ehmed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de êrişa dewleta Tirk hate şermezarkirin û hate gotin ew siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk e.

Şam û Rûsyayê hatin tawanbar kirin

Meclisa navçeya Tirbespiyê jî derbarê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevserokê meclisa navçeyê Mihemed Hecî Ferhan ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hikûmeta Şamê û Rûsyayê hatin tawanbarkirin kir ku hevkarên dewleta Tirk û çeteyên wê ne .

Têkbirina ewlehî û aramiyê

Daxuyaniya Meclisa Girkê Legê, ji aliyê endamê meclisa navçeyê, Xalid Osman ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Sûcên dagirkeriya Tirk qirkirina hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têkbirina ewlehî û aramiyê ye.”

Dibistana gundê Zirganê bombe kir

Doh jî dewleta Tirk a dagirker bombe li dibistaneke ya gundê Zirgan a dikeve bakurê Til Temirê barandin. Van pêlan topbarana dewleta Tirk nexasim li ser gundên navçeya Til Temirê, Eyn Îsa, Zirgan, bajarê Minbicê û Kantona Şehbayê zêde bûne. 

 

2 dagirker hatine kuştin

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ragihand ku hêzên wan li Girê Menax du dagirker kuştine.

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, têkildarî êriş û topbarana dawî ya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundewarê navçeya Til Temirê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.  

Di daxuyaniyê de hate gotin:"Di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrişên xwe yên topbaranê li ser gundewarê Til Temir zêdetir kirine. Di roja 4`ê Tebaxê jî ev êriş li ser gundê Dirdara bi awayekî dijwar berdewam kir.

Di wan topbaranan de bi taybetî malên sivîlan û dibistanên gundan hatin hedefgirtin. Ji ber vê yekê şervanên me di çarçoveya parastina rewa de, di roja 4`ê Tebaxê di saetên êvarê de, dagirkerên ku li Girê Menax bi cih bûbûn hedef girtin. Di vê çalakiyê de seyareyek leşkerî hat ruxandin, 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî brîndar bûn.

Topbaran û tevgera balafirên keşfê li ser herêmê berdewam dike. Di wan topbaranan de 2 leşkerên artêşa Sûriye û jinek bi navê Fiteyim Qetûf El Elî brîndar bûn. Çeteyên dagirker her wiha ji bo hêzên xwe yên ser sînor teqiwiye şandine û amadekariyên êrişê dikin."

NAVENDA NÛÇEYAN