Ciwanê bi navê Rodî Silêman ê ji Tirbespiyê, li nêzî Zaxoyê li Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat qetilkirin.

Malbata Rodî Silêman ji ANHA’yê re axivî. Malbatê da zanîn ku kurê wan Rodî Silêman Ehmed, ji bo biçe Ewrûpayê çûbû nêzî parêzgeha Zaxoyê ya Başûrê Kurdistanê. Malbatê ragihand ku Ehmed doh ji aliyê leşkerên dewleta Tirk a dagirker ve hate qetilkirin.

Rodî Silêman Ehmed 25 salî bû û li gunê Sîha Mezin ê Tirbespiyê dima.

NAVENDA NÛÇEYAN